Leşkerên tirk û çeteyên wan ên ku cilên leşkerên rejîma Sûriyeyê li xwe kirin, li gundê Eyn El Hawa yê Zirganê 4 sivîl qetil kirin
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El Nusrayê cilên rejîmê li xwe kirin û derbasî gundê Eyn El Hawa yê girêdayî herêma Zirganê bûn. Artêşa dagirker û çeteyên wê li gund komkujî pêk anîn.
Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kirin ku di encama komkujiyê de hêzên dagirker 4 sivîl qetil kirin. HESEKÊ