Leşkerên dewleta tirk a dagirker ku derbên giran ji gerîlayên azadiyê dixwe, êrîşî sivîlan û gorên şehîdan dikin. Gora endamê Yekiniyên Parastina Sivîl (YPS) Sertan Tîken (Agîd Botan) ê ku di sala 2016’an de, di qedexeya derketina derve ya navçeya Hezex a Şirnexê de hatiye ragihandin de bi 12 kesan re şehîd ketibû ku li gundê Cibrî yê li navçeya Cizîr a Şirnexê ye, ji aliyê leşkeran ve hate texrîbkirin.
Hate diyarkirin ku leşkeran kevirê gora Tîkenê ku wêne û navê wî li ser bû, perçe perçe kirine û piştre jî desteser kirine.