KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Leşkerên tirk gule li zarokê biradostî barandin

Leşkerên tirk bi doçkayê gule li zarokekî biradostî yê li ber pez barandin. Reyan Zûbeyrê temen biçûk diyar kir dema çûbû ber pez raste rast gule li wî barandine û paşê ji herêmê dûr ketiye û beşek ji pezê wî jî hîn li herêmê maye, nikarin bînin

Artêşa tirk ku hewl dide bi êrîş, gef û tirsê gundên herêma Biradostê vala bike û herêmê dagir bike, raste rast welatiyên herêmê û zarokan hedef digire. Zarokek biradostî yê bi navê Reyan Zûbeyr ku ji gundê Alikan rastî êrîşa leşkerên Tirkiye hatiye û birayê wî nerazîbûn nîşana dagirkeriya tirk da û gotin ku jiyana gelê herêmê ji ber hebûna leşkerên tirk dibin metirsiyeke mezin de ye û leşkerên tirk tu mafê jiyanê ji wan re ne hiştiye. Zarok û ciwanê ji gundê Alikanê têkildarî êrîşên dewleta tirk de ji Rojnewsê re axivîn.

‘Leşkerên tirk gule li min barandin

Zarokê bi navê Reyan Zûbeyr yê şivantiyê dike û rastî gulebarana leşkerên tirk hatiye wiha got: “Ez duh serê sibehê di derdora saet 06.00’an de ji bo pezê xwe biçêrînim derketim derveyî gund. Leşkerên tirk bi doçkayê gule avêtin min. Hinek gule 50 metre dûrî min ketin. Ji ber guleyên leşkeran ez neçar mam bi lez û bez xwe bigihînim malê. Min tenê karî beşek ji pezê xwe vegerînim, hîn jî beşek ji pezê min li wî cihî maye û em nikarin biçin bînin. Leşkerên tirk dizanîn ez şivanim û ne PKK’yî me lê bi zanabûn gule li min barandin.”

‘Dixwazin gundên me vala bikin û paşê jî dagir bikin

Ciwanê bi navê Aram Zûbeyr jî dibêje, ji ber êrîşên Tirkiyeyê û hebûna leşkerên tirk ên li herêmê jiyana wan di metirsiyeke mezin de ye û wiha dibêje: “Piştî artêşa tirk a dagirker hatiye herêmê, herêma me gelek metirsîdar bûye. Artêşa tirk bi armanca dagirkirina xaka Kurdistanê êrîşê herêmên kurdistanî û gundan dike. Bi rastî artêşa tirk li vê herêmê tu mafê jiyanê ji me re ne hiştiye. Rewşa vir zehf xeter e. Şev û roj em rehet nînin. Jixwe armanca tirkan a sereke jî ewe ku van gundan vala bikin. Helîkopterên tirkan bi şev tên derdora van gundan bombebaran dikin. Parçeyên ji bombebarana helîkopteran hemû tên ser malên me û li pişt wan jî bermahiyên teqemeniyan li nava malan de dimîn, ji bo zarokan metirsî çêdike. Bi roj jî topbaran û bombebarana gundan dikin. Bi taybet gundên Alikan, Xelîfan û Sîran dibin metirsiyê de ye. Rewşa gundê me Alikan gelek xirap e.”

Teqemeniyên ne teqiyayî metirsî ji bo zarokan çêdike

Aram da zanîn ku gelek bermahiyên teqemeniyên artêşa tirk li herêmê dimînin û gef li jiyana zarokan dixwe û ev tişt anî ziman: “Mafê zarokan nayên parastin. Li her derê saziyên parastina mafê zarokan û mirovan hene lê em dibînin ku dewleta tirk bixwe destdirêjî li mafê zarokan dike. Beriya bi niha du rojan helîkopter gundê me û derdora wê gulebaran kirin. Me gelek guleyên ne teqiyayî di nava gund de û li ber hewşa malan û seyareyan ku ketin dît. Zarok jî ji ber nizanin ev bermahiyên teqemeniyê xirapin, diçin pê dilîzin. Tirkiye bi van êrîşan dixwaze em gundên xwe terk bikin û paşê ew werin dest deynin ser û dagir bikin. Jixwe herêmeke zêde jî dagirkiriye. Wekî mînak gundê Sîran niha bi temamî hatiye valakirin. Leşkerên tirk tên li van deran digerin. Armanca tirkan ne PKK’ye, ew bahaneye. Kes nikare vêya îspat bike ku Tirkiye ji ber PKK’ê li van herêman dixe. Ji ber PKK nayên van deran. Tirk jî baş dizanin ku gerîla li vê herêmê namîne. Tevî vê yekê jî dest ji êrîşan bernade û welatî dibin qurbanî.”

‘Em gundê xwe terk nakin

Aram Zubeyr herî dawî destnîşan kir ku dê neyên lîstikên dewleta tirk û wiha got: “Tirk wer difikirin ku em ê bi van êrîşên li ser gund û şivanan em ê dest ji gundên xwe berdin, ji bo werin bi keyfa xwe li vir bi cih bibin. Ev xeyaleke valaye, nikarin tiştek bi vî awayî biserbixin.” BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar