Yek ji gerîlayên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Ozgur Jiyanda li ser asta pêngava ku pê rabûne ji ajansa ANF’ê re axivî.
Gerîla Ozgur Jiyanda destpêkê berxwedana li Îmraliyê û hemû zindanan, berxwedana gelê kurd a li welat û derveyî welat silav kir û wiha got: “Demeke dirêj e ku li hemberî dewleta tirk a faşîst şerek tê meşandin, şerê azadiyê tê meşandin. Operasyoneke ku niha dewleta faşîst li ser Kurdistanê daye destpêkirin, niha li Metînayê dewam dike. Çar roj e operasyon dimeşe. Operasyon heta niha encamek negirtiye. Heta niha bi pêşde nehatine.”
Gerîla Ozgur destnîşan kir ku artêşa dagirker tenê li qadên ser sînor û derdora qereqolên xwe heta niha operasyonê dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Her ku xwestine bi pêş ve bên, hevalên me bi xurtî bersiv dane, lê xistine. Berxwedan dewam dike. Gerîla li wan dide û niha şerekî mezin diqewime. Di encama berxwedana gerîla li herêma Metînayê, leşkerên dewleta tirk di nava tirseke mezin de ye. Ji qada şer direvin. Bêguman em ê vê berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin. Helwesta me ev e ku em ê sala 2021’ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê. Em ê hîn bi rengekî çalak tevî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bibin. Ev hest û helwest li gel hemû hevalên me serwer e.” METÎNA