Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Leşkerên tirk jî dê mîna yên rejîma Baasê ji xaka Başûr bên derxistin’

Welatiyên Seyîdsadiq diyar kir ku hebûna leşkerên tirk a li ser xaka Başûr tiştekî asayî nîne û gelê Başûr leşkerên tirk qebûl nake. Welatiyan got ku mîna leşkerên Baasê, dê leşkerên tirk jî ji xaka Başûr derxînin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Dewleta tirk a ku dixwaze tevî çeteyên xwe temamiya rojavayê Kurdistanê dagir bike, li hêla din jî gav bi gav başûrê Kurdistanê dagir dike. Welatiyên Başûr li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bi bertek in. Der barê mijarê de welatiyên navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê bi Rojnewsê re axivîn.

Welatiyê bi navê Mehmûd Şêx Nûrî da zanîn ku li başûrê Kurdistan kîjan kes an jî hîzb dibe bila bibe yên ku bi dewleta tirk re li hev kirin, ji bo berjewendiyên xwe ev lihevkirin pêş xistine û peywendiya xwe bi xelkê ve nîne. Nûrî bal kişand ser hebûna leşkerên tirk a li Başûr û wiha pê de çû: “Bi çi awayî dibe bila bibe me leşkerên Baasê ji Başûr paqij kirin. Bi heman awayî divê em leşkerên tirk jî ji axa Başûr paqij bikin. Biryarên parlamentoyê ji bo berjewendiyên xelkê tiştekî nakin.”

‘Kê destûr da dewleta tirk divê bê zelalkirin’

Ji welatiyan Hîwa Rauf jî bi lêv kir ku hatina leşkerên tirk a li ser xaka Başûr tiştekî asayî nîne û wiha got: “Ew bi lihevkirinan hatin. Divê bê zelalkirin bê ka çawa rê ji leşkerên tirk re hate dayîn ku bi 30 kîlometreyan bikevin xaka Başûr. Divê parlamento, rêveberiya herêmê û hikûmet vê xeletiyê sererast bikin. Ji ber ku xelkê Kurdistanê leşkerên tirk qebûl nake.”

Biryara parlamentoyê

Herî dawî jî Rauf ev tişt destnîşan kir: “Hebûna leşkerên tirk her wiha binpêkirina serweriya Iraqê ye. Dewleta tirk nahêle tu hêz bikevin nava axa wê û qala serweriyê dike. Lê ew bi xwe serweriya xaka dewleteke din binpê dike. Diviyabû ku biryara parlamentoyê ya ji bo derxistina leşkerên tirk pêk bihata.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar