Şereke bê eman ji 14’ê Nîsanê û vir ve li Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medayayê bê navber didome. Li gorî artêşa tirk û plana kirî, wê demek herî kin bikariba Zapê kontrol bike û dagirkeriya xwe berfireh bike. Ev 47 roj in, bi hemû teknîk û çekên qedexe li girên bilind ên derdorî Zapê asê mane.
Çawa ku wê ev operasyon wê ne mîna caran ba, berxwedan jî wê ne mîna caran bihata kirin. Hê di serî de Tevgera Azadiya Kurd vê dagirkeriyê weke ‘Şerê Hebûn û Tinebûnê’ pênase kir. Ji bo wê ye ku têkoşîna gerîla û berxwedana gerîla wê ezmûna şerê gerîla yê 50 salî li xwe bigirta û bi wê ezmûnê li dagirkeran daba, lê jî dide. Bi dewlemendiya taktîkên nûjen ên demê yên gerîla û dîsa şerê tûnelan kir ku dagiker derbên xurt bixwe. Tîmên bi tevger ên gerîla û dîsa bikaranîna çekan û serwextiya li bejahiyê bû yekane çavkaniyên ku bikare leşkerên tirk li Zapê, Avaşîn û Metînayê bişkîne.
Her ku çû, leşkerên ku li bendê bûn bi pêş ve biçe, asê man; derb xwar û dixwin. Ji bo bikarin pêş ve biçin û qadê li gerîla teng bikin, jixwe bi PDK’ê û rêveberên Barzanî û çeteyên wê Gulan, Roj û Zêrevan wê qadên gerîla û dîsa xetên esasî kontrol bike, bi wê biçe endamê. Ev jî pêk nehat, her çû leşker tên kuştin, mesrefa aborî pir diçe û dîsa di warê derûnî û teknîkî de nikare şer dom bike.
Çalakiyên gerîla yên di her kêlî û demê de, leşker felç kir. Her kêlî tirsa ku ha wê guleyek li leşker bikeve, hişt ku bi temamî pişta xwe bide teknîk û bikaranîna çekên qedexe û jehrî. Tevî vê jî leşker nikare gav bipêş ve bavêje û qada xwe ya dagirkeriyê berfireh bike.
Agahiyên ji çavkaniyên xwecihî tê girtin û taybet agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê parve dike, dîmenên ji qadan tê, mirov vekirî dibîne bê ka çawa artêşa tirk a NATO li ber gurzên gerîla ketiye çi halî. Dîsa bi zêdahî bikaranîna çekên qedexe û jehrî windabûna wê nîşan dide.
Demê dawî di nava cerdevan û leşkeran de nakokiyên cidî hene. Cerdevan gazinca dikin ku wan didin pêş û leşker jî gazica wê dike hew dikarin li Zapê bi vî rengî şer bikin.
Ev jî yek ji nîşaneyên dine ku têkçûna artêşa tirk a dagirker nîşan dide. Jixwe hatina Serfermandarê Giştî yê Tirk Hûlûsî Akar a li xeta sînor yek jî ev e. Leşker û artêş fişkiliye, ji hev ketiye; moral û hêz nemaye.
Gerîla gurzên xurt li dagirkeran dide. Ewqas kuştiyên artêşa tirk çêbûn, dîsa dîmenên Gerîla TV parvekir, artêşa neçar ma ku kuştina hinek leşkerên xwe eşkere bike. Nexwe ti cihek nema ku pîne bigire. Ji bo vê neçar ma, aliyê din jî xeta nîjatperest a li ber gelê Kurd û gerîla zêdetir bike.
Wisa dixuyê ti fêda vê jî nîne, gel hêdî hêdî rewşê lêpirsîn dike. Leşker nikare xwe li çiya li ber gerîla bigire. PDK bi hemû hevkariya xwe nekarî qadên gerîla bide valakirin û bi xwe bi cih bibe. Ji bo wê dema li pencereya giştî lê bê nêrîn, leşkerên tirk û artêşa wê ti halê wê li Zapê nemaye. Ha îro bêjin operasyon qediya wê leşker ji kêfa bifirin, ketiye haleke wilo.
Dewleta tirk ji bo operasyona Zapê bide sekinandin û leşkerên xwe ji vê derûniyê rizgar bike, hewl dide li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke din a dagirkeriyê bike. Ji bo vê ye ku di demek wiha de ku derb ser derbê dixwe, bi operasyona li Rojava dixwaze ji wê têkçûnê xwe rizgar bike û hinceteke saxlem hebe ku bikare operasyona dagirkirinê ya li Zapê bide sekinandin. Ji bo vê jî berê xwe niha daye Rojava. Eger demê pêş operasyona dagirkirina Zapê bisekine divê kesa şaşmayî nemîne. Niha dewleta tirk bi vê rêbaza ku êrîşî Rojava bike, ketiye nava liv û tevgerê.
Li beramberî vê hêz û moralê gerîla, dîsa têkoşîna fedayî ya tê kirin, her diçe xurtir dibe. Dibe çavkaniyeke ya îlham û jiyanê. Dîsa ciwanên Kurd, Ereb cihê xwe di nava têkoşînê de digire. Gelê Kurd li qada navneteweyî zêdetir dixuyê û têkoşîneke ne tenê sînorê Tirkiye dimîne, derbasî cîhanê dibe. Qada dîplomasî li ber heta astekê vebûye, dîsa sûcên dewleta tirk bi belge digihêjin qadên navnetewyî. Eger ku dîsa weke gerîla li Rojava jî berxwedanek xurt bê nîşandan wê di serî de dewleta tirk a dagirker hevkarên wê têk biçe, herêmên dagirkirî di serî de Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab, Cerablûs, Ezaz û Îdlib jî bên azadkirin. Bi vî rengî wê bi temamî nebe je, dawî li dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriye bê anîn. Ev jî dihêle ku dewleta tirk tengav bibe. Neçar bimîne biçe ser masê û berê wê bikeve Girava Îmralî. Ev jî bikare destê Rêber Apo û gelê Kurd xurt bike.
Ji bo wê demê dawî li her derê dest bi cînayetên siyasî yên mîna salên 90’î li Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye. Niha jî li derveyî Tirkiye, li Başûr, Rojava deverên mîna Şengal û Mexmûrê ku têkoşîneke azadiyê dide, tê kirin. Dixwaze windakirina xwe ya li çiya, li van herêman bi hevkariya noker û sîxûran bi ser bixe.
Dema mirov ji her alî ve li vê mijarê dinêre, dibîne ku artêşeke ji hev ketî; sûcê şer û dîsa rûmeta şer li bin lingan ketiye. Bi her rengê qirêj û hov dixwaze biçe encamê. Di rewşeke wiha de ku hêza li beramber jî bi rengê fedayî û canbexşane li ber her cûre teknîka modern û şerê ne hevseng têkoşîneke bê eman azadiya mirovahiyê dide. Ev bi serê xwe serketineke, dîrokeke li ser rûyê cîhanê.
Bi vî aliyê xwe gerîla û Tevgera Azadiyê wê weke yek ji hêzên herî têkoşer û berxwedêr li rûpelên pêş ên dîroka mirovahiyê de cih bigire, bibe yek ji nîşan û sembola hêzên şoreşger û azadîxwazên gelan.