Li gundê Çillî yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê leşkeran kolberan guleberan kir. Di endama gulebarana leşkeran de Îbrahîm Baykara (46) ê bavê 6 zarokan ku bazirganiya sînor dike jiyana xwe ji dest da. Leşkeran bi saetan nehişt malbat biçe cenazeyê xwe werbigire. Pişt re cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.
Malbatê piştî otopsiyê cenaze wergirt û dê bibe li gund veşêrin. WAN