Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Leşkerên tirk li Başûr nasnameyên welatiyan kontrol dikin

Artêşa Tirk a dagirker çend roj berê bi çekên giran derbasî Kanî Masî û derdora bûn bendên kontrolê danîn. Leşkerên dagirker li Başûr bi ser gundê Kestê de girtin û nasnameyên gundiyan kontrol kir.

 

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê başûrê Kurdistanê dagir dike. Dagirkerên tirk di 19’ê nîsana 2021’an li Metîna, Zap û Avaşînê êrîşên dagirkirin û qirkirinê dan destpêkirin. Artêşa dagirker rojane bi çekên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî, droneyên bombebarkirî, balafirên şer, SÎHA êrîşên xwe dewam dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi çalakiyan bersivê didin êrîşan  derbên giran li dagirkeran dixin û planên şefê faşîst Erdogan û desthilata faşîst a AKP-MHP bêencam hiştin.

Artêşa tirk a dagirker di 22, 23 û 24’ê hezîranê de wesayitên zirxî, cebilxane û leşker veguhest navçeya Amediyê ya Duhokê û nehiya Kanî Masî. Hat ragihandin ku ev yek bi armanca teqwiyeya ji bo êrîşên dagirkeriyê û qirkeriyê yên li herêmê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa tirk a dagirker şeva 24’ê hezîranê bi dehan leşkerên bi çek avêtin ser gundê Kestê yê li nehiya Kanî Masî û nasnameya gundiyan kontrol kirin. Li gorî agahiyan artêşa tirk a dagirker ev yek di çarçoveya lêgerîna li herêmê kiriye. Li aliyê din hate ragihandin ku leşkerên tirk ji baregeha leşkerî a li girê jorê gundê Kestê xwe berdane nava gund.

Ji bo artêşa tirk a dagirker li ser girê gundê Kestê baregehekê çêbike, PDK’ê meha Gulanê makîneyên kar derbasî herêmê kiribû û ji bo artêşa tirk a dagirker baregeheke nû ava kiribû.

Li herêmên ku hefteya dawî êrişên dagirkeriyê û qirkeriyê zêde bûne, artêşa tirk a dagirker li gundan bendên kontrolê daniye. Nasnameya gundiyên ji bendên kontrolê derbas dibin kontrol dikin. Di dîmenên li ser platformên medya dîjîtal de ku gundiyan parve kirine, tê dîtin ku leşkerên tirk nasnameya xelkê başûrê Kurdistanê kontrol dikin. Têkildarî mijarê hikumeta herêmê hîn jî daxuyaniyek nedaye.

Hejmara xwe ya zelal neyê zanîn jî tê texmînkirin ku artêşa tirk a dagirker bi alîkarî û piştevaniya PDK’ê heta niha 120 baregehên leşkerî ava kiriye. Li gel vê yekê artêşa tirk a dagirker bi 35 kîlometreyan ketiye nava xaka başûrê Kurdistanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar