Ji ber gulebarana artêşa tirk, li gundên Dêrikê 2 cotkar birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk li gundê Patirzan ê Dêrik a Qamişloyê cotyarên di nava zeviya xwe de dixebitînin gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de cotkarê bi navê Bedran El Umerî û Fûad Abdullah Yûsif birîndar bûn.
Li ser vê yekê jî şêniyên gund birîndar rakirin nexweşxaneyên Dêrikê. Bijîşkê nexweşxaneyê Şemûn Şemûn têkildarî rewşa birîndaran axivî û da zanîn ku Yûsif ji milê xwe û El Umerî jî ji pişta xwe birîndar bûye. Bijîşkan got ku piştî gule ji laşê welatiyan derxistin, rewşa wan baş bûye. DÊRIK