3 ciwanên ji pêkhateya ereb; Xalid Setim Casim ê ji Sirînê, Mistefa Ehmed El-Elî yê ji Minbicê û Ehmed Cuma Casim ê ji Sirînê duh hewl dan sînor derbas bikin.
Lê leşkerên tirk ew girtin, li wan xistin û ji ser dîwarê ji erdê 3 metreyî bilind avêtin erdê.
Li gorî wêneyên ku ji aliyê ANHA’yê ve hatine weşandin, pişta ciwanekî ji îşkenceyê şîn û mor kirine.
Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku di çend salên dawîn de sûcên leşkerên tirk ên li dijî sivîlan zêde bûne beyî ku rêxistinên hiqûqî helwestekê nîşan bidin. KOBANÊ