Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Leyla Guven

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Divê girîngiya vê çalakiya Leyla Guven baş were zanîn û li gorî wateya wê were pênasekirin.

Çalakiyek wisa, biryarek wisa, helwestek wisa, divê weke çalakiyek ji rêzê neyê dîtin û neyê şîrovekirin. Her kes wisa hêsan nikare biryarek canbexşane, bi serê xwe bide û bi ruhekî wisa bilind û demdirêj bide meşandin.

Xwedî îradeyek wisa bi hêz û xweragir, di vê serdema me de, encex şopdarên weke lehengên berxwedêr ên pêşêngên Tevgera Azadiya Kurdistanê  Mazlûm, Ferhat, Kemal û Xeyriyan karibin xwe bigihînin biryarek wisa bi zanebûn. Jixwe Leyla jî bi zimanekî zelal û bê dudilî dibêje “Ez heval û şopdarê wan şêran im!”

Jixwe cihê çalakiya wê jî li heman bajarê dîrokî Amedê ye. Van qehremanên hêjayî gotinê ne jî li zindana heman bajarî, ew çalakiyên xwe yên canfedayî li dar xistibûn.

Her wiha çalakgera bi rûmet û rêzdar Leyla, ji roja despêkê ve heta îro roja 72’yan e, bi dengekî bilind û jixwe bawer dibêje, “Ez ji bo xwe, ji bo jiyana xwe doza tu tiştî ji kesî nakim, belê tenê ez doza rakirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dikim!”

Weke tê zanîn, li gorî civaka asayî ew xwedî cih û navdariyek bilind e; du serdeman hevserokatiya şaredariya du bajarokan (Dikili-Adana û Wêranşar-Riha) kiribû, niha jî hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemergê ye. Jixwe ger li gorî welatekî hiqûq, edalet bihata bikaranîn, diviya niha ne li zindanê ba, diviya ew niha azad bûya û li parlamentoya Tirkiyeyê li Enqereyê bûya. Lê li gel ku li gorî yasayê dewletek asayî xwedî ewqas mafe jî, ew qet mafê xwe yê kesatî naxe rojevê, doza mafekî xwe yê kesatî nake, belê tenê doza mafê Rêber Apo dike.

Ev vîna xurt û ev helwesta hêja bi serê xwe, kesayetiyek çendîn li ser şopa şehîd û rêberê xwe ye dide nîşandan. Her wiha pîvanên mirovahiyê, demokrasiyê, hevaltiyê û şoreşgeriyê çendîn di kesayetiya xwe de bi cih kiriye û stewandiye dide xuyakirin.

Ez bawer dikim êdî kesî ku wate û rûmeta jiyan û çalakiyên Rêberê me û şehîdên me nizane nîne. Rêber û şehîdên me, di kîjan şert û mercan de li ber xwe dan, di çi wextê de kîjan çalakî lazim bû ew çalakiyên dîrokî ku em hemû dizanin, çawa biryar girtin û çawa xwe organîze kirin û dan meşandin, cîhan jî hemû dizane.

Diyar e yek kes, du kes an hejmarek kêm kes jî, dikare hemleyên dîrokî bidin destpêkirin û rê li têkoşîn û heta şoreşên mezin jî vekin. Va hevala me Leyla Guven jî, daye ser vê şopa şoreşgerî ya dîrokî û bi biryardariyek herî bilind dimeşe.

Êdî ji me hemûyan tê xwestin ku em jî bidin ser şopa wan, li pey wan li dora wan bicivin û bi şêwaza çalakiyên dewlemend, her roj li qadan û kolanan bin. Kî çi hunera wî hebe bi kar bîne! Ma em ê hîn li benda çi bin!

Êdî hatiye dîtin û pejirandin ku rêya serkeftinê, rêya bidestxistinê û rêya jiyana azad, rêya vî Rêber û van hevalan e. Çawa li hemberî berxwedan û îradeya lehengên dîrokî yên zindana Amedê faşîzma Kenan Evren şikest, her wiha li hemberî heman ev ruhê berxwedêr Rêber û hevalên weke Leyla û hevalê li Hewlêrê, li Gallerê û 14 hevalên canbexşane yên Strasbourgê, faşîzma R.Erdogan jî dişikê û hildiweşe.

Va ye, nîşaneya tirsa wan a ji van çalakiyan û xwedîderketina gel û dostên gelê me hat xuyakirin. Ew gazîkirina Mehmet a dewletê, birina Îmraliyê ne bê armanc e! Lê wisa diyar e êdî ew ê nikaribin kesî bixapînin. Çalakger didin ragihandin ku heta çalakî negihîjin armanca xwe; rakirina tecrîdê li ser Rêber Apo, bi temamî neyê misogerkirin, ev hemle nayê rawestandin.

Divê di kesayeta çalakiya Leyla de, em hemû li dora vê pêngavê bicivin û bimeşin ji bo Rêberê xwe!

Nûçeyên Têkildar