Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Leyla Guven 148 roje li dijî tecrîdê li ber xwe dide

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven kete roja 148’an û hem li welat û hem jî li derveyî welat jî çalakî bi israr berdewam e

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Bi destpêkirina çalekiyê re, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi dehan girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ketin greva birçîbûnê. Çalakî roj bi roj mezin bû û hem li girtîgehan, hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat zêdetirî 7 hezar kes ketin greva birçîbûnê. Di serî de Leyla Guven, rewşa gelek çalakvanan di astekî krîtîk de ye. Çalakiya Guven jî bi îro re 148 roj li pey xwe hişt.

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûnê de bi tevlêbûna bi dehan girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Piştî koma yekemîn ku çalakiya wan kete roja 110’emîn, di dîrokên cuda de zêdetirî 7 hezar girtiyên ji hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li çalakiyê bûn. Bi destpêkirina çalakiyê re jî zexta li ser girtiyan zêde bû û rewşa gelek girtiyên di çalakiyê de jî nebaş e. Girtî rojane bi rêya malbatên xwe peyama domandina çalakiya xwe didin û banga bilindkirina berxwedanê li gelê kurd û derdorên demokratîk dikin.

Parlamenter li ber xwe didin

Bi heman armancê di 3’yê adarê de parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê jî li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya Dag û endamên HDP’ê di roja 33’yemîn de didome. Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiyê kir û çalakiya wan jî 28 roj li pey xwe hişt.

Piştî derketin jî çalakiya xwe didomînin

Çalakvanên bi navên Seda Akin, Gurbet Ektîran, Semra Alkan û Îhsan Sîmîş ku di dema di  girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre hatine berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Seda Akin a li Êlihê di roja 89’emîn de, ya Gurbet Ektîren a li Dêrik a Merdînê di roja 76’emîn de, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê di roja 88’emîn de û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 37’emîn de berdewam dike.

Çalakiya Yagiz kete roja 135’an

Li başûrê Kurdistanê jî bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kete roja 135’emîn. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok 75 rojin li ber xwe dide. Her wiha çalakiya Herêm Mehmût di roja 39’an de, ya Şeyma Ednan di roja 31’emîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 15’emîn de berdewam dike.

Li gelek navendên ewropayê têkoşîn didome

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li gelek navendên Ewropayê jî çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Çalakiya li Strasbourgê hatibû destpêkirin û ya Îmam Şîş a li Gallerê kete roja 109’an, a Yûsûf Îba a li Torontoyê di roja 83’yan de, ya Mustafa Tuzak a li Duîsburgê di roja 82’an de, ya Husên Yildiz di roja 77’yan de, ya Hasbî Çakici di roja 76’emîn de, ya Şiyar Xelîl a li Nurinbergê di roja 71’emîn de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê di roja 66’emîn de, ya Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê di roja 61’emîn de, ya Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê di roja 44’emîn de, ya Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî di roja 18’emîn de didome.

Çalakiyên fedaî

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Şakranê û herî dawî jî girtiyê bi navê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê dawî çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de li Almanyayê jî welatiyê bi navê Ugur Şakar çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar