Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Leyla Guven: Berxwedan mezin dike û pasîfîzm dikuje

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 67 roj in di greva birçîbûnê de peyam şand Kongreya 9’emîn a HDK’ê û wiha got: “Îro çiqas çav û guhê we li zindanan e, çav û guhê me jî ewqas li ser berxwedanên li derve ne.”

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 67 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyam şand Kongreya 9’emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku li Enqereyê hat lidarxistin.

Peyama Guven a di roja 65’emîn a çalakiya xwe de ji bo kongreya HDK’ê nivîsand wiha ye:

“Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Bi we re tevî hemû bêderfetiyan jî mirov dikare bêje ‘em dîwaran xera dikin’ û bi hişmendiyek azad û li ser bingeha vînê em ê hev bibînin. Kes nikare me dîl bigire. Ji bo siberojên em xwe bi awayek azad îfade bikin, em ê bingehan biafirînin. Ev yek ji bo min dibe moral û coşek mezin. Modernîteya kapîtalîst xwe heta hemû hucreyên min birêxistin û sazî kiriye. Espiriya netewe-dewletê bi sed salan in didome û serdestiya vê hişmendiyê ketiye fetlaneka xwe yan dawî û ber bi nefesa xwe ya dawî ve diçe.

Helbet ne ji ber xwe ve hatiye vê astê. Gelan, bindestan, kedkaran, jinan û ciwanan têkoşîn bi rê ve birine û di vê oxirê de bedelên giran hatine dayîn. Bi hezaran dilên şoreşger têkoşîna bi milyonan heta îro anîne. Bûne xwedî piştevaniya herî mezin. Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Îbrahim Kaypakkaya, Denîz Gezmiş û Mahîr Çayan û bi hezaran şoreşgerên din vê mîrasê ji Che Guavera girtine û şoreşê afirandine. Îro jî agirê şoreşa wan venemiriye û tu demek ewqas ku şoreşa azadiyê nêz nebûye di vê serdemê de nêz dibe.

Lê ya girîng ew e nuqteyê derbas nekin. Serdema ku êrîş û faşîzm herî zêde bûye ev serdem e. Dê li dijî van êrîş û pergala faşîzane aqilê şoreşê biafirînin. Heke pergala sosyalîst-demokratîk neyê avakirin û helwestek pêwîst dernekeve holê dê faşîzm xwe ji nû ve ava bike û dê bibe ku fersendên dîrokî ji destên me biçin.

Yanî bi wateyekî din ev şerê vînê ye. Wek min di destpêkê de jî got ev serdem serdema destkeftiyên mezin e.

Çalakiya min îro di roja 65’emîn de ye. Ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 20’emîn de ku bi destên hêzên komplogerên navdewletî didome bê şikandin min çalakiyek da destpêkirin. Îro ev çalakî bi tevlêbûna sedan girtiyan didome.

Helbet tecrîd ketiye merhaheleyek xeternak û jiyanî. Tecrîda li Îmraliyê pêk tê li ser hemû beşên civakê pêk tê û Tirkiye tê tecrîdkirin. Lê encax em dizanin faşîzm bi hevgirtinê û têkoşîna yekgirtî dê têk biçe. Heke em wisa bikin dê têkoşîna me li dijî faşîzmê bi ser bikeve. Têkoşîna hevpar derketiye asta pêwîst. Di vê di vê nokteyê de Kobanê ji bo me bûye wate û daye nîşandan ku em ê bi ser bikevin.

Em ketin qonaxa ku tecrîd bê şikandin, faşîzm hilweşe û gel bên azadkirin. Me li zindanan xwe li dora berxwedanê kir xelek û ji bo em faşîzmê bişkênin têdikoşin. Em vê ala berxwedanê datînin ser milê hevalên xwe yên li derve û em berxwedana xwe didomînin. Îro çiqas çav û guhê we li zindanan e, çav û guhê me jî ewqas li ser berxwedanên li derve ne.  Ez binî vê destûrê ‘Berxwedan mezin dike û pasîfîzm dikuje’ xêz dikim. Ez di vê oxirê de dikarim bi kêfxweşî bimirim.

Di van rojên berxwedanê de ez bawer im em ê bi ser bikevin, ez carek din we silav dikim û bi dilên we yên şoreşger bi germahiya hevrêtiyê hembêz dikim.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar