Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî, bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar a 61 roj in çalakiya xwe ya nobeta ‘Edaletê’ didomîne re name şand

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin, bi boneya Roja Dayikan bi rêya keça xwe Sabîha Temîzkan ji Emîne Şenyaşar re, nameyek şand û Roja wê Dayikan pîroz kir.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24’ê Hezîrana 2018’an de beriya hilbijartinên herêmî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza ‘edaletê’ ji 9’ê adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakî pêk tînin.

Nameya ku di ajansa Jinnewsê de cih girt wiha ye:

“Dayika bi wêrek,

Te zarokên xwe li deşta Pirsusê anîbûn dinê. Bi hezar hewldanan te zarokên xwe mezin kir. Tu qet nefikirî ku rojekê dê tabûtên kurên tê li rex hev rêz bibin. Ji ber ku ev mirinek dijberî herikandina xwezayî ya jiyanê bû. Lê belê te wan bi çîroka Birahîm ku li hember zilma Nemrûdê li ber xwe dida mezin kir. Te ew bi hişmendiya nirxên xwe yên bingehîn a mirovbûnê mezin kirin.

Dayika Emîneyê. Dema careke din min xwest ez ji te re binivîsim, min zanî ku tu peyv tune ku êşa te bîne ziman. Dayika Cizirî Esmer, destê xwe danî ser tabûtên kurê xwe Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç bang li zilmkaran kiribû. Sakîne Arat a 5 zarokên xwe di vê têkoşînê de winda kiribû êşa xwe xist dilê xwe û têdikoşiya. Her kes dengê te, hewara dilê te dibihîze. Yên ku dibêjin em nabihîzin, ew êşa te înkar dikin. Daxwaza te ya edaletê pîroz û rewa ye. Em dizanin ku li vî welatî yê kurdêkî bikuje dê bê ceza bimînin. Kujer hêza xwe ji vir digirin.

Kesên dibin sedemê girîna dayikan dê van rojan rabin peyamên Roja Dayikan bidin û bêjin ‘Dayik taca serê me ne’ û ‘Bihişt di binê lingê dayikan de derbas dibe.’ Bi salan in em dibêjin ji bo dayika diyariya herî girîng aştî, aramî û jiyanek azad e. Heta daxwazên Dayikên Şemiyê neyên cih, peyamên wan ên Roja Dayikan sixte ne û ji bo me tu wateya wan nîne.

Tu dilê xwe pak bigire dayika Emîne, dê ev roj derbas bibin. Yên ku zarokên we qetil kirine dê hesab bidin. Tu jî dizanî ku di dîrokê de heya niha tu heqîqet di tarîtiyê de nemaye. Ji ber ku heqîqet wek rojê ye, îlleh wê derkeve holê. Em soz didin te û hemû dayikan, em li hundir û ji derve jî em têbikoşin ku em layiqê we bin. Em ê aştiyêk bi rûmet ji we re bînin.

Dayika Emîne, silavên hemû hevalên me yên Girtîgeha Xarpêtê dimînin hene. Em ji dilê te yê bi êş maç dikin.

Silav û rêz.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar