Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî sonda li meclisê dest bi karê meclisê kir. Guven niha jî hate Amedê û dest bi karên KCD’ê kir
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 200 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anî, piştî ku dawî li çalakiya xwe anî dest bi karên xwe yên siyasî kir.
Guven di destpêkê de di 10’ê tîrmehê de li Civata Giştî ya Meclisê sond xwar û dest bi karê parlamentoyê kir. Guven piştre jî hate Amedê û piştî sal û nîvekê berê xwe da KCD’ê. Guven bi endamên Dîwana Hevserokatiyê ya KCD’ê re hevdîtin kir û der barê karê KCD’ê de agahî girtin û dest bi karê saziyê kir.
Bernameya rojên pêş
Di çarçoveya karên xwe de Guven dê destpêkê serdana gora Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane kir û piştre serdana malbata wî bike. Guven dê bi dorê serdana malbatên canbexşan Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay bike.
Guven dê piştre jî dê malbata Şenyaşar ku gelek ji ferdên wan ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, ziyaret bike. Herî dawî jÎ Guven dê serdana malbata parlamenterê berê yê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû. AMED