Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leyla Guven: Em ber bi azadiyê ve dibezin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven  bi rêya malbata xwe peyama 8’ê Adarê da û wiha got: “Rizgariya jinan rizgariya civakê ye, azadiya jinan azadiya civakê ye. Bijî 8’ê Adarê!”

Navenda Nûçeyan |

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi rêya malbatê peyamek şand û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Guven di peyamê de bal kişand ser gotina Clara Zetkin a ‘Kesên mirinê bidin ber çavan dikarin jiyanê bi dest bixin’ û wiha got: “Em hemû kemîn û lîstikên ku pergala mêrê serdest ava kiriye yek bi yek derbas dikin û ber bi azadiyê ve dibezin.

Jinên rêzdar; Clara Zetkin, dibêje ‘Kesên mirinê bidin ber çavan dikarin di jiyanê de bi ser bikevin û jiyanê qezenc bikin’. Îro jî hemû jinên cîhanê diqîrin û dibêjin; ‘Ji bo em mafê xwe yê ji me hatiye stendin û desteserkirin bi dest bixin, ketine rêyan.’ Em hemû rêyên ku pergala mêr bi kemîn û lîstikan girtiye yek bi yek derbas dikin û ber bi azadiyê ve dibezin. Bila gelê me baş zanibe ku pergala jin bigêjinê û ava bikin, dê her kes karibe azad xwe bîne ziman û bibe rengê jiyana azad, demokratîk ekolojîk û azadiya jinan. Ji ber vê yekê em dibêjin rizgariya jinan, rizgariya civakê ye. Azadiya jinan azadiya civakê ye.

Jinên rêzdar, 8’ê Adarê ji bo jinan ji roja pîrozbahiyê zêdetir, roja têkoşîna hesabpirsîna hişmendiya mêrê serdest e. Ji ber vê yekê îro li hemû qadên cîhanê, jin li ber xwe didin û dadikevin qadan. Diqîrîn û diyar dikin ku ji Rozayan heta Sarayan, ji Sêvêyan heta Kader û Dayikên Taybetan, ji Mirabel heta jinên bi tundiyê re rû bi rû dimînin dê hesab bipirsin. Di pêşengiya jinên li Rojava modela rolê şoreşa enternasyonal, jin aşkera dikin ku ne bê çare û bêalternatîf in. Diqîrin û diyar dikin ku qerîn û dengê dayikan ji hemû çekên cîhanê bi hêztir e.”

Guven di peyamê de bang li hemû jinan kir û wiha bi dawî kir: “Hûn di serî de nûnerên jinên li dijî tecrîdê di grevê de, jinên tevî zarokên xwe girtî û hemû girtiyên neşweş in. Em 8’ê Adara 2021’an bi hemû rengên xwe, bikin keskasor û rengê keskasorê daxin ser rûyê erdê. Em aştî, hezkirin û xweşbîniyê biqîrin. Bijî 8’ê Adarê.!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar