Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Leyla Guven: Em mafdar in em ê teqez bi ser bikevin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ji ajansa JINNEWS û gel re peyama ‘Em bi hêvî ne bi biryar in mafdar in em ê teqez bi ser bikevin’ ragihand

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di rûniştina li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de 22 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Guven ku di 21’ê kanûna 2020’î de hatibû binçavkirin, di 22’yê kanûnê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Amedê. Di heman rojê de di saetên şev de parêzerên Guven dema ji bo hevdîtinê diçin, hîn dibin ku Guven şandine Girtîgeha Xarpêtê.

Leyla Guven ji girtîgehê bi rêya ajansa JINNEWS’ê ji gel re peyam şand.

‘Kurd bi hiqûqek taybet hat darizandin’

Leyla Guven bi gotina bîrewerê navdar Hegel ‘Azadî dema tu jiyana xwe bixe talûkeyê tu dikarî bi dest bixî’ dest bi peyama xwe kir û diyar kir ku nûnertiya wê ya dayîna bedel a ji bo gelê ku ziman, çand, nasname, siyaset, rêxistina azadiyê lê tê qedexekirin, ne nû ye.

Guven bal kişand ser darizandina kurdan a bi salan û da zanîn ku kurd ji Dadgehên Îstiklalê bigirin heta DGM’yan û îro jî li dadgehên cezayên giran her dem bi hiqûqek taybet hatine darizandin.

‘Cezayên li me tên birîn encama daraza siyasî ye’

Leyla Guven destnîşan kir ku ji doza wekî 49’î di dîrokê de cihê xwe girt heta dozên KCK, ‘zarokên kevir avêtine’, Dayikên Aştiyê û heta gotina stranan, lêdana pîspîskê kurd bi salan hatine darizandin û anî ziman ku bi dehan salan e ew dibe şahidê vê yekê.

Guven diyar kir ku gelek kes tevî nasnava xwe ya akademîk li ser ekranên TV’yê têkildarî şêwaza siyaseta kurdan dikevin pêşbirka heqaretê û li ser vê yekê pirîmê dikin û wiha got: “Loma cezayên gayrîhiqûqî yên li me tên birîn encama daraza siyasî ye.”

‘Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin’

Leyla Guven di berdewamiya peyama xwe de wiha got:

“Dadger û dozgerên darizandina dosyayên di 2009’an de yên KCK’ê dikirin niha bi rêbazên xwe yê bêhiqûqî ew tên darizandin. Kesên vê kevneşopiyê didomînin ew ê jî rojekê li hember edaletê hesab bidin. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Mafên hukumxwar û girtiyan tên xespkirin. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin, gelek girtî tevî ku cezayên wan diqedin jî nayên berdan, cezayên dîsîplînê yên kêfî ji bo girtiyan tên dayîn. Mixabin rastiyeke wiha ya girtîgehan heye. Heger ji malbatekê 5 kes di girtîgehê de bin û zarokên ku dewsa li derve lîstikan bilîzin di nava betonên girtîgehan de bin li vir wê demê pirsgirêkeke cidî heye. Ev tiştê em behs dikin pirsgirêka kurd e… Çareseriya pirsgirêka kurd a rê û rêbazên demokratîk pêkan e. Kesên naxwazin çareser bibe sedema van êşa heyî ew in. Tevî hemû tiştî gotina ‘Hêvî ji serfiraziyê bi nirxtir e’ dirûşma  me ye. Em bi hêvî ne bi biryar in mafdar in em ê teqez bi ser bikevin.

Soza me ya ji bo gel û dayikên me yên bi êş in; Em li hundur bin jî li derve jî bin em nasekinin. Em bi we re ji heman jêderka moral û jêderka jiyanê xwe têr dikin. Ew nirxana ew ê her dem rêya me ronî bikin. Bila dilê xwe mufereh be ew ê pêşiya me rojên ronî û xweş hebin. Em ê bi hev re bi pêşengiya jinan honandina jiyana azad bidomînin. Ji diyarê Sara û Mazlûman tevî rêhevalên min ên jin ên li vir in ji bo herkesî silavên xwe dişînin û rêzê nîşan didin.” XARPÊT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar