PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, gora Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Ocalan li girtîgehê çalakiya fedaî pêk anî, ziyaret kir û diyar kir ku gelê kurd bi Zulkuf û hevalên wî serbilind in

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ê di 17’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî, ziyaret kir. Guven beriya goristanê malbata Gezen ziyaret kir. Guven û parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bi hevre malbata Gezen a li navçeya Rezan a Amedê ziyaret kirin.

Dema Guven û Havva Gezen hevdîtin kirin demek hestiyar derket holê. Guven di ziyaretê de anî ziman ku Gezen ji bo tecrîd bê şikandin pêşengî kir û wiha got: “Dibe ku min ev hemle da destpêkirin, lê Zulkuf û hevalên xwe pêşengiya vê pêvajoyê kirin. Peyamek xurt da. Peyama ‘Em li rêberê xwe û gelê xwe xwedî derdikevin’ dan dewletê. Dîsa bang li gelê kurd kir ku rabin ser pêyan. Peyam da gelê kurd.”

‘Gelê kurd bi Zulkuf serbilin in’

Di axaftina xwe de Guven da zanîn ku wan soz daye Gezen û hevrêyên wî yên li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û wiha domand: “Ji bo azadiya gelê kurd em ê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Em derketin rêyek pir zor û zehmet. Me got an em ê vê tecrîdê bişikînin an jî em vê jiyanê qebûl nakin. Gelê kurd bi Zulkuf  serbilind û bi rûmet in.”

‘Min mizgînî anî ji te re’

Piştî hevdîtina bi malbatê re Guven û heyeta li gel wê derbasî Goristana Yenîkoyê bûn û gora Zulkuf a li Yenîkoya Rezan ziyaret kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterê HDP’ê Musa Farisogullari jî li gel Guven çûn gor ziyaret kirin. Guven li ser gorê jî ev tişt anî ziman: “Dengê birêz Ocalan hat bihîstin. Li hemû cîhanê belav bû. Min soz dabû dayika Havva. Min mizgînî anî ji te re. Aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi Ocalan  pêkan e. Ji ber ku te ev hêza Ocalan zanîbû te ev çalakî li dar xist. Bila cih û warê te bihişt be. Bila dilê de şad be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar