Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan 193 roj in li ber xwe dide. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz jî 180 roj li pey xwe hişt. Li hêla din çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 20’an û ya koma duyemîn jî di roja 10’emîn de berdewam dike
Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven îro kete roja 193’yan.
Her wiha çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku bi heman boneyê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest pê kiribû jî kete roja 180’emîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 154’emîn de berdewam dike.
Grevên birçîbûnê yên li zindanan
Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî koma yekemîn di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn 155 roj li pey xwe hişt. Piştî koma yekemîn, bi heman boneyê di roj û mehên cuda de bi sedan girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê û çalakiya wan didome. Herî dawî jî bi tevlêbûna bi hezaran girtiyan, li zindanên Bakur û Tirkiyeyê di 1’ê adarê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û çalakî berdewam e.
Tok û Mehmûd li ber xwe didin
Li başûrê Kurdistanê jî ji bo hilweşandina tecrîda li ser Ocalan, gelek kes ketin greva birçîbûnê. Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger û yên bêdem û bêdorveger bi israr berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok di roja 120’emîn de û ya Herêm Mehmûd a li Kelara Germiyanê jî di roja 85’an de bi israr berdewam dike.
Çalakiya li Amedê berdewam e
Bi heman boneyê parlamentera HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de û parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya parlamenteran bi israr didome. Her wiha endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê jî hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe domandin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.
Li girtîgehê dest pê kirin niha li malê çalakiyê didomînin
Gelek kesên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin demek piştre jî hatin berdan. Welatî niha jî çalakiya xwe li malê didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe kete roja 133’yan, a Gurbet Ektîren kete roja 124’an, a Mahsun Şen a li Dêrik a Mêrdînê kete roja 135’an, a Mûrat Aksin a li Dêrikê kete roja 66’an, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 133’yan, a Hiznî Kilinç a li Serêkaniye ya Rihayê kete roja 79’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 82’yan.
Koma yekemîn a rojiya mirinê
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê, di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay di 30’ê nîsanê de weke koma yekemîn dest bi rojiya mirinê kirin. Rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 19’an.
Koma duyemîn a rojiya mirinê
Di 10’ê gulanê de jî weke koma duyemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstefa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdag girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girityên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya koma duyemîn jî 9 roj li pey xwe hişt.
Çalakiyên fedaî
Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar di 20’ê sibata îsal de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir berda bedana xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan.