Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li meclisê sonda parlamenteriyê xwar û dest bi xebatên xwe kir
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, piştî salekê li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwar.
Guven piştî axaftinên ji derveyî rojevê, derket kursî û sonda parlamenteriyê xwar. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê piştî Guven sond xwar li çepikan xistin. Guven êdî dikare tev li xebatên lijneya giştî bibe û bibe endama komîsyonan.
Leyla Guven di 31’ê çileya 2018’an de hate girtin û dema ku di girtîgehê de, di 24’ê hezîranê de weke parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê hate hilbijartin. Guven di 8’ê mijdarê de jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Guven di roja 79’emîn a çalakiyê de jî hate berdan. Guven piştî ku hate berdan, çalakiya xwe li mala xwe ya li Rezan a Amedê berdewam kir. Guven li ser banga Ocalan jî di 26’ê gulanê de ango di roja 200’emîn de çalakiya xwe bi dawî kir. ENQERE