Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Leyla Guven xwest ku çalakiyên fedaî bi dawî bibin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser çalakiyên fedaî yên li zindanan û derve tên lidarxistin, peyamek weşand. Guven di peyama xwe de xwest ku çalakiyên bi vî rengî neyên kirin û berxwedana heyî bê mezinkirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 137’emîn de berdewam e. Piştî çalakiyên fedaî yên girtiyên siyasî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û welatiyê bi navê Ugur Şakar a li Ewropayê, bi rêya Radyoya Dengê Welat peyamek weşand.

Di peyama xwe de Guven wiha got:

“Pêngava ku me dest pê kir demsalek li pey xwe hişt, her roj mezintir dibe û dewam dike. Her çiqas gava yekemîn min avêtibe jî ev pêngav berxwedana zindanan e. Daxwaza me li tevahiya cîhanê belav bû. Êdî her kes dizane ku gelê kurd jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nake. Wezîfeya me ya yekemîn ew e ku em moral û motîvasyona xwe bilind bikin. Çavkaniya bîrdoziya me her tim dibêje, ‘Şoreşger divê bi hêsanî nemirin, heta dawiyê li ber xwe bidin.’ Belê em jî li ber xwe didin. Em dizanin ku hêvî û azadiya me li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, dîl hatiye girtin. Di dîrokê de yekemcar bi hezaran di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bê dorveger de ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe dide. Kes nikare bêje ku ev çalakî encamê nagire. Dê teqez encamê bigire, teqez bi ser bikeve. Ya rast çalakiya me encam girtiye. Li qada Newrozê bi herikbarîna gel, bi tevlêbûna gel, bi dirûşma jin û ciwanan serkeftin û xwedîderketin gihaşt asta herî bilind. Gel careke din got, ‘Em jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nakin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tecrîdkirina me ye, em wê jiyanê qebûl nakin’. Ji ber vê yekê desthilatdaran jî bi milyonan însanên daketin qada Newrozê dîtin û ez bawerim, sedî sed ew jî hesabê wê dikin ku çawa ji nava vî karî derkevin. Yê ku di tengasiyê de ne, bi rastî ne em in. Yê ku bêçare maye, nizane çawa gavan biavêje AKP û MHP ye. Ji ber ku hilbijartinek li pêşiya wan heye, ji ber vê yekê niha bêçare mane nizane ku dê çawa tevbigerin.

Hevalno;

Em niha gihîştin merheleyeke nû. Ji encamgirtinê re pir hindik ma. Ez vê yekê ji dil û can dibînim û dibêjim, divê em li dora çalakvanan bibin xelek, xelekeke ji vîn û hêvî. Ji ber ku ji serkeftinê re dem hindik e, em ê ji sedî sed bi ser bikevin. Lê em dixwazin ku hevalên me yên niha li zindanan çalakiya xwe dewam dikin, heta dawiyê jî bi moral bi coş di nava aramiyê de çalakiya xwe bidomînin. Ji bo vê jî hevalên me yên niha ne di nava çalakiyê de ne, divê li derdora hevalan bibin kom. Ez jî sedî sed bawerim ku ji xwe hevalên me wezîfeya xwe pêk tînin, ji xwe ji bo wan çi pêwîst be wan pêk tînin.

Niha hevalên me çalakiyên fedayî pêk tînin. Heval Zulkuf, Ugur, Ayten. Ez bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînim. Wan bi ruhekî fedayî xwestin ku bêdengiyê bikişînin û rêya mirinê bigirin, wan ev çalakî li dar xistin. Lê ez dibêjim, bila were zanîn ku her hevalek vê çalakiyê pêk tîne parçeyek ji laşê min, ji ruhê min, ji dilê min bi xwe re dibe. Li hemberî van çalakiyan em rêz digirin. Em dibêjin; ji xwe çalakiyeke ku me dest pê kiriye heye, ji xwe em di nava çalakiyê de ne. Em hatin merheleyeke nêz ku em encamê bigirin; gelê hevalno divê em li derdora çalakvanan cih bigirin. Em çalakiyên nû nekin. Ev çalakiyên ku bi ruhê fedayî hatine kirin gelekî gelekî bi qîmet in. Mirov nikarin der heqê wan de tiştekî bêje. Lê belê weke me got, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve gelek caran ev çalakî hatine nirxandin. Hatiye gotin, ‘Divê hûn ne mirin, lê jiyanê bidin pêşiya xwe. Divê hûn ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedana xwe bilindtir bikin, çalakiyên xwe curbecur bilindtir bikin. Ne hema dawî li jiyana xwe bînin.’

Gelî hevalno;

Em dixwazin ku ev çalakiya li tevahiya cîhanê belav bûye, ev çalakiya ku bi rastî di dîrokê de cara yekem li cîhanê cih digire em bi encam bikin, em bi serkeftî û bi parçekirina tecrîdê bi encam bikin. Ji bo vê jî em hêza xwe bikin, ruhê xwe bikin yek. Armanca me ev e. Ji bo vê jî heta niha ez bi ruhekî bi moral, bi coş, bi aramî berxwedana xwe didomînim. Hîn bêhtir ez dixwazim, em û hevalên min ên zindanan moralê bidin hevdu. Pêwîstiya me bi hêzbûnê, bi moralê heye. Ji bo vê jî ez li xwe baş dinihêrim, ez bi rastî her tiştî, çi pêwîst be wê pêk tînim ku ez bijîm, em bi hev re bijîn, em dê roja ku tecrîd hatiye şikandin bi hev re pîroz bikin. Ji bo vê yekê jî ez gelekî gelekî li xwe baş dinihêrim. Lê ez dixwazim hûn jî; weke hevalên li zindanan li derdora çalakiyê kom bibin lê wan çalakiyên fedayî pêk neyînin hevalno. Bi rastî ev min ji hêz dixîne. Ez bikim nekim gelekî hestewar dibim, barê min girantir dibe, ez bi vî şeklî nikarim bimeşim. Ez ji hevalên xwe hêvî dikim ku ew jî bi van hestan tevbigerin û em ê çalakiya xwe bi ser bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar