Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Leyla navê serkeftin û berxwedanê ye’

Sîbel Akdenîz a bi armanca rakirina tecrîdê ket grevê û 73 roj li pey xwe hişt diyar kir ku navê berxwedan û serkeftinê Leyla ye û got ku dawî çi dibe bila bibe dê teqez bi ser bikevin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, niha ev 131 roj in li mala xwe bi biryardariyeke mezin didomîne.

Piştî Guven bi sedan girtî jî bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiya bi navê Sîbel Akdenîz a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne û ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, bersiv da pirsên nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Rojda Aydin.

Akdenîz diyar kir ku ew li dijî tecrîd, dîktator ên mafên gelan binpê dikin, êrîşî azadiya gelan û jinan dikin ketiye greva birçîbûnê û wiha got: “Tecrîd, ji bo astengkirina serkeftinê ye, pergaleke îşkenceyê ya faşîst e. Tecrîd ne aîdê mirovan e. Bi îradeyek din, çeka tirsonekiyê ye. Em dibînin ku tecrîd ne tenê li ser Rêbertiya me, di şexsê wî de li ser me hemûyan pêk tê.”

Bi coş û moral çalakiya xwe didomînin

Di berdewamê de Akdenîz da zanîn ku Guven ji bo wan navê serkeftin û berxwedanê ye, rengê nasmameya wan û tilîliya li ser zimanan e û destnîşan kir ku di atmosfera berxwedanê de bi awayekî coş û moral çalakiya xwe didomînin û bi awayekî erênî li pêvajoyê dinêrin.

Akdenîz bal kişand ser hevdîtina 12’yê çileya 2018’an a bi Ocalan re û ev nirxandin kir: “Em hîn bûn ku Rêbertiya me li dijî hemû pêkûtiyan jî tenduristiya wî baş e. Ev ji bo me wek mizginiyekê ye. Tişta divê em bikin berxwedan bibe wek kevneşopiya jiyanê. Di teşeyê pêkanîna hevdîtinê de jî binpêkirina qanûnan heye. Armanca wan bi vê hevîtinê ev bû ku grev bi dawî bibin. Bêguman pêngavek erênî ye lê têr nake.”

Tiştên heyî encama tecrîdê ye

Akdenîz diyar kir ku tecrîd li her derê didome û anî ziman ku divê yên derve bizanibin ku ew jî di bin tecrîdê de ne û wiha pêde çû: “Yên vê ferq dikin divê bi cesaret xwe amade bikin. Em tecrîda derve wisa dibînin; Çima akademîsyenek ji ber aştiyê diparêze tê îxrackirin? Rojnamegerek ji ber nûçeya çêdike tê girtin. Ji karkeran re grev tê qedexekirin. Gelo gelek çima nikare bi zimanê xwe biaxive? Dayika Taybet bi rojan cenazeyê wê li kolanê ma. Cemîle bedena wê bi rojan di cemedankê de ma. Ev hemû encama tecrîdê ne. Ji ber vê her kes bi tecrîdê re rû bi rû ye.”

Her wiha Akdenîz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek Semayan dikarin di navbera berxwedanan de bibin pir. Gotina dawî yên beriya me gotine. Dawî çi dibe bila bibe dê gelek xweş be, em ê teqez bi ser kevin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar