Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Leyla Qasim: Porê min bi hewaya azad ya Kurdistanê de berdin

Leyla Qasim: “Qeftek ji pora min bibirin bi kêla min ve girêbidin. Dema Kurdistan azad bû hunê pora min bi hewayê azad yê Kurdistanê de berdin, cilên min yên kurdî jî ji bo wê rojê ye dema ku ez bibim bûka Kurdistanê.”

Beriya 49 salan weke îro şervan jin a kurd Leyla Qasim di 22 saliya xwe de ji ber nêrînên xwe yên siyasî bi hevalên xwe re hate darvekirin. Leyla Qasim yekem jina ku li başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve hatî darvekirine.

Di 1974’an de Rejîma Baasê li dijî gelê kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdayê derxistin. Rejîma Baas bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelek kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikişîne ser komkujiya li dijî gelê kurd balafirek revand, di 24’ê Nîsana 1974’an de hat girtin. Dema li girtîgehê bû bi îşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin. Bi biryara Sedam Hisên Leyla û 4 hevalên xwe di 12’ê Gulana 1974’an de hatin bidarvekirin.

49 sal di ser bidarvekirina Leyla Qasim re derbaz dibe. Jin a kurd a têkoşer Leyla Qasim di sala 1952’yan de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayik bû. Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû. Serhildêr û ji dil bû. Bavê Leyla cotkarî dikir. Dibistana navîn li dibistana bi navê Wend xwend û serkeftî bû. Leyla di zarokatiya xwe de gelek zindî bû. Tevî ku malbatek xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doz û têkoşîna gelê kurd ji bo xwe peywirek gelek girîng û mezin didît. Wê dibistana amadeyî li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.

Di sala 1972’yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata Baas’ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya PDKI de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cûda ne, lê Leyla biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.

Di 24’ê Nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe yên bi navê; Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyonek berfireh a hêzên rejima Baas de li Bexdayê hatin girtin. Dema li girtîgehê bû bi îşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin, lê nekarîn tu îftirayek jê wergirin.

Leyla Qasim jinek têkoşer û bi cesaret bû, dema ku îstixbarata rejima Baas Leyla Qasim dabûn ber lêpirsînê Leyla Qasim ji wana re wiha gotibû; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku ezê giyanê xwe fedayê rizgariya Kurdistanê bikim.”

Rejima Baas ji bo çavtirsandina gelê kurd bi taybetî jî ciwanan, tevî ku du hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wêre derbaz nebibû jî, di dadgehek ne dadperwerde biryara bidarvekirinê li Leyla Qasim û hevalê wê hate birîn. Di saet 07:00’ê sibeha 12’ê Gulana sala 1974’an de Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe hate bi darvekirin.

Piştî bi darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê demek zêde derbaz nebû birayê Leyla Qasim yê bi navê Selamî li Bexdayê bi behaneya ku wêneyên xwîşka xwe Leyla Qasim belav kiriye ji aliyê Baasiyan ve hate qetilkirin.

Rojek ji beriya Leyla Qasim were bi darvekirin rejima Baas destûr dide dayîk û xwişka wê li girtîgehê Leylayê bibînin. Di hevdîtina bi dayîk û xwişka xwe re Leyla ji xwişka xwe re dibêje; “Meqes û desta cilên min yên kurdî ji bîr nekin, xwişka wê bi şaşmayî jêre dibêje meqes ji bo çiye? Leyla dibêje; “Qeftek ji pora min bibirin bi kêla min ve girêbidin. Dema Kurdistan azad bû hunê pora min bi hewayê azad yê Kurdistanê de berdin, cilên min yên kurdî jî ji bo wê rojê ye dema ku ez bibim bûka Kurdistanê.”

Piştî bidarvekirina Leyla Qasim li seran serî Kurdistanê bi hezaran malbatên kurd navê Leyla li zarokên xwe kirin. Leyla Qasim bû çîrok û destan di helbestên helbestvanên mezin yên wek Cegerxwîn, Hêmin û gelek helbestvanên din de.

Nivîskar Rêzan Ezîz derbarê zîrektî û fikrê netewî yê jin a kurd Leyla Qasim de got; “Leyla Qasim ji bo kurdan mirovek mezine. Leyla yekem jin e ku di wê demê li ser fikir û baweriya xwe ya siyasî, tê darvekirin. Di zindanê de gelek îşkence li Leyla tê kirin. Leyla ji endmaên saziya îstîxbaratê re dibêje ‘Bi kuştina min wê hezaran kurd ji xewa nezanînê hişyar bibin. Ez gelek serbilind û kêfxweşim, ji ber ku canên xwe li ber rizgariya Kurdistanê feda dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar