Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leyla Xalid serdana Leyla Guven kir

Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, Leyla Guven ziyaret kir û wiha got: “Divê em di rêya azadiya gelê xwe de bimeşin.” Leyla Guven jî wiha got: “Teqez em ê bi ser bikevin.”

Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 159 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye ziyaret kir. Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Gulcîhan Şimşek, parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydeniz jî li gel Leyla Xalid çûn serdana Guven. Keça Leyla  Guven Sabîha Temîzkan Xalid û heyeta li gel wê pêşwazî kir. Guven, ji ber ber ziyareta Leyla Xalid kêfxweyiya xwe anî anî ziman û spas kir.

Leyla Guven di axaftina xwe ya li gel Leyla Xalid wiha got: “Hûn di ser ser û çavan re hatine. Navê we her dem di nava têkoşina tevgera azadî de heye. Ez nikarim zêde bi axivim. Li qisûra min nenerin. Em gelê mafdar ên kurd û filistin in. Em ê teqez bi ser bikevin. Em di sedsala 21’an de ji bo gelê kurd û gelê fîlîstin di grevê de ne. Ocalan 20 salin di bin tecrîdê de ne. Ez bi ziyareta we pir kêfxweş bûm. Teqez em ê bi ser bikevin. Me duh li ber xwe da em li ber xwe didin em ê sibê jî li ber xwe bidin. Em du Leyla em ê dest bidin hev û bi ser bikevin. Bila kes ji me û gelê Filistinê nexwazin ku em dest ji grevê berdin. Bila gelê kurd jî û gelê Filistinê jî wekî gelê cîhane jiyanekê berdewam bikin. Ez di vê rêyê de bimirin jî ji bo min şeref e. Ez pir spas dikim ji bo hatina we. ”

Leyla Xalid jî ji Leyla Guven re wiha got: “Bi dîtina we ez pir kêfxweş bûm. Em dixwazin di vê têkoşînê tu jî bi mere berdewam bike. Tu bi hêz e. Heta ku tu bi me re be em ê bêtir bi hêz bin. Ez jî pir kêfxweş im. Sekreterê me yê giştî silav û hezkirinên xwe şandin. Niha 13 salin girtî ye. Hevrêyê me dibêjin bila bi hêz be em jî li gel wê ne. Niha bi sedan kes li zindanan di grevê de ne. Niha tu jî di grevê de ye. Dîtina min a bi te re ji bo min erk bû. Ji ber ku em hemû jinên berxwedêr in. Em jinên têkoşînê ne. Divê em hemû bi hevre di rêya azadî û serkeftina gelan de bimeşin. Di heman demê de bi hevre dengê me di têkoşîna azadiya gelan de bilind bû.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar