Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Leylayên kurd û têkoşer

Şêr şêr e, mêr e yan jin e

Nîşan bi destê Leyla min e

Pola ye dil, wek asin e

Leyla çî ye? Leyla jin e

Leyla kî ye? Leyla min e

Leyla keça Mîd û Med e

Canê xwe da di ber me de

Bijîn heçî ku canfîda

Xweş bin ji te jar û geda

 Leyla çî ye? Leyla jin e

Leyla kî ye? Leyla min e

Wekî di helbesta Cegerxwîn de jî hatiye diyarkirin zayenda qehremantiyê tune ye. Ev mînakên qehremantiyê di nav gelê kurd de gelek in. Bi taybetî piştî avabûna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û diyarkeriya jinan a di nav tevgerê de, rastiya gotina ‘şêr şêr e, çi jin e çi mêr e’ hîn zêdetir xwe di nav civaka kurd de dide der.

Beriya tevgera azadiyê yan jî piştî tevgerê rojên herî xeternak û krîtîk her tim bi çalakiyên heybet ên jinên kurd ve hatine guhertin. Bi taybetî di dîroka nêz a kurdan de hîn jinên kurd ên bi heman navî û bi çalakiyên giranbûha derketin ser dika dîroka gelê kurd, pêşengtî jin û gelê xwe re kirin û hîn dikin jî.  Leyla Qasim, Leyla Walî Hesen û Leyla Guven çend jinên kurd ên xwedî heman navî û kesayetiyê ne.

Bi çalakiya xwe sînor rakirnin

Leyla Guven a hevseroka KCD’ê, niha bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 87 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Ne tenê Guven niha bi sedan kurd bi pêşengiya jina kurd bi heman daxwazê di nav çalakiyan de ne. Niha ev çalakiya ku bi pêşengiya jineke kurd hatiye destpêkirin û hê jî didome, bû wesîleya ku kurdên çar parçeyên Kurdistanê sînorên ku ji aliyê desthilatdaran ve li nav kurdan hatiye danîn, ji holê rakin û li dor heman armancê bên gel hev.

Bi mirina wê bi hezaran kurd hişyar bûn

Leyla Qasim, jineke başûrê Kurdistanê ye. Ev jî 46 sal berê li dijî zilma hêzên dagirker serî rakir û bi berxwedana xwe bû yek ji pêşengên jinên kurd. Leyla Qasim di sala 1952’yan de li bajarê Xaneqîn a Başûr tê dinê. Di salên 1970’yan de li Bexdayê dest bi zanîngehê dike û li zanîngehê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) nas dike û piştgiriyê dide vê tevgerê. Leylayê ku bi mijarên wekheviya civakî, pirsgirêka jin û kurd re mijûl dibe, di rojên herî dijwar de tev li pêşmergeyan dibe û bi berxwedana xwe di nava civaka kurd de dibe sembol. Lê Leyla Qasim di sala 1974’an de ji aliyê hêzên rejîmê ve tê girtin û di 12’ê gulanê de jî rastî cezayê darvekirinê tê. Leyla Qasim beriya darvekirinê bi van gotinan bersivê dide rejîma Baasê: ‘Dibe hûn bi kuştinê min tune bikin lê bi mirina min re dê bi hezaran kurd şiyar bibin.’ Leyla Qasim bi gotin û sekna xwe hîn di nav jinên kurd de xwedî pêşengiyeke giranbûha ye.

‘Li dora Ocalan bibin xelek’

Leyla Walî Hesen ango bi nasnav Viyan Soran, di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê tê dinê. Malbata Soran ji eşîra Cafê ye. Viyan Soran ku li dijî feraseta eşîr û malbata xwe ya ku ji aliyê mêran ve tê birêvebirin, dikeve lêgerîneke cuda û di sala 1997’an de tev li nav refên gerîlayên Kurdistanê dibe. Lê malbata Viyan tevlêbûna keça xwe ya nav tevgerê qebûl nake û ji bo vegera wê hewl dide û tevî hemû hewldanan jî Viyan ji rêya xwe venegare.

Viyan Soran piştî tevlêbûna nav refên PKK’ê têkoşîn û lêgerîna wê ya heqîqetê digihîje asteke bilind û ji ber sekn û kesayeta xwe ya xurt di temenê xwe yê ciwantiyê de dibe yek ji pêşenga başûrê Kurdistanê. Di nav tevgerê de berpirsyariya herî giran dide ser milê xwe û li hemberî hemû êrîşên dijmên gelê kurd bi fikr û felsefeya Apoger bênavber têdikoşe.

Viyan Soran ku hem ji bo gelê başûrê Kurdistanê, hem jî ji bo rojhilatê Kurdistanê rola pêşengiyê dilîze, ji bo azadiya jin û gelê xwe xizmetan dike û di sala 2004’an de di nav Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê de cih digire, bi sekna xwe ya xurt hem di rêveberiya PKK’ê de hem jî di fermandariya YJA Starê de cih digire û hemû peywirên xwe bi serkeftî bi cih tîne.

Leylaya kurd ku wek Leyla û jinên têkoşer ên beriya xwe rêya azadiyê hilbijart, di şeva 1’ê sibata 2006’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî û hewldana tasfiyekirina PKK’ê, li herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bedana xwe dide ber agir û bi agirê bedana xwe li dijî hemû komloyên qirêj dibe bersiv.

Viyan Soran beriya pêkanîna çalakiya xwe ya canbexşane di nameya li pey xwe hişt de, di serî de bang li malbata xwe li hemû gelê kurd dike ku li dora Ocalan bibin xelek û li dijî hemû komplo, xeta îxanetê û êrîşan têkoşînê bilind bikin.

Ev peyama Viyanê ji bo me wesiyet e. Divê em xwedî li vê wesiyetê derkevin û li dora vê berxwedana ku di roja me ya îro de jî didome bibin xelek û têkoşînê bilind bikin.

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar