Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Lezgîn Botan: Tecrîd ji bo Ewropayê îmtihan e

Ji parlamenterên berê yên HDP’ê yê li sirgûnê Lezgîn Botan diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Konseya Ewropayê û saziyên Yekitiya Ewropayê ezmûneke cidî ye.

Parlamenterê berê yê Wanê Lezgîn Botan tecrîd, helwesta saziyên Ewropayê û rêya çareseriyê nirxand.

Botan bal kişand ser berpirsyariya Ewropayê ya di mijara tecrîdê de û ev tişt got: “Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, CPT, DMME di nava îmtihaneke cidî de ne. Ev saziyên ku nirxên hiqûqî yên Ewropayê temsîl dikin, serî li ber şantajên dewleta tirk ditewînin û xiyanetê li hincetên xwe yên hebûnê dikin. Li ser welatên endam ên pêwîstiyên peymanên DMME’yê bi cih nînin, pêkanîn hene. Di qonaxên diyarkirî de pêvajoya derxistina ji endametiya Konseyê dikare bê destpêkirin. Mixabin rejîma faşîst a li Tirkiyeyê timî hatiye tolerekirin. Pêkanînên cidî karîbû bihata kirin, lê belê nekirin. Ji ber vê yekê Konseya Ewropayê hurmet û giraniya xwe, her wiha nirxên ku li ser ava bûne têk bir. Ji ber ku hiqûq bi cih neanî û rejîma tirk mehkûm nekir, bêqîmet bûn.”

Sîstema îşkenceyê ya navneteweyî

Botan anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê sîstemeke îşkenceyê ye û diyar kir ku li ser Abdullah Ocalan û hevalên wî sîstema îşkenceyê ya ‘psîkolojîk’, ‘fîzîkî’ û ‘cografî’ timî tê kirin û wiha got:”Şert û mercên giravê bandorê yekser li jiyan û tenduristiya mirovan dike. Cihekî welê ye ku têkiliya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ev yek sîstemeke cuda ya îşkenceyê ye. Di heman demê de herêmeke leşkerî ye. Malbat û parêzer nikarin yekser xwe bigihînin herêmê. Ji bo malbatê bi tena serê xwe îşkence ye. Sîstemeke îşkenceyê hatiye avakirin. Di heman demê de dijî Abdullah Ocalan rêbazên îşkenceyê yên giran di dewrê de ne. Ev yek beriya niha di raporên CPT û hevdîtinên parêzeran de aşkera bû. Odeya wî bi 24 saetan bi kamerayê tê şopandin. 24 sal in bi vî rengî dewam dike. Sîstema Îmraliyê sîstemeke îşkenceyê ya navneteweyî ye. Li tu devera cîhanê nehate bicihanîn. Rewş metirsîdar e.”

Botan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ast û girîngiyê ve ji bo gelê kurd dîrokî û stratejîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Tecrîda li Îmraliyê destpê kir, piştre li qadên siyasî belav bû; pêl bi pêl li her devera kurd lê ne, belav dibe. Me ev yek dît. Îro jî heman tişt diqewime. Tecrîd li ser kurdan hemûyan e. Di asteke barbar de tecrîd li ser siyaset û saziyên kurdan tê kirin. Êrîşa li her cihî ya li hemberî kurdan û sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ji hev cuda nîne.”

Nahêle xwe bigihîne gelan

Botan diyar kir ku siyaseta ji Îmraliyê tê afirandin li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyên aştiyê vedike, hêvî û çareseriyê dide civakan û wiha dewam kir, “Abdullah Ocalan rêberekî welê ye ku dînamîkên Rojhilata Navîn baş zane, fikrên wî yên çareseriyê têne qebûlkirin û xwedî bandor e. Aliyekî din ê tecrîdê ku dewleta tirk ferz dike, hewldana ji bo astengkirina siyaseta li Îmraliyê ye. Naxwaze bigihêje gelan. Ev tecrîd ji bo gelan encamên giran bi xwe re anî. Ji bo parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin, zexta civakî divê. Ev yek hem bi kêrî gelê kurd tê hem jî bi kêrî gelê tirk tê. Asta şer li holê ye. Rêyeke din a dewleta tirk nîne. Me dît ku gotinên pûç ên dewleta tirk ku digot ’em ê PKK’ê di nava 3-5 mehan de biqedînin’ bi kêr nayê. Heta jê hat, kir. Çekên kîmyewî bi kar anî, nekarî encamê bi dest bixe, nikare bi dest bixe. PKK tevgereke gel e. Tevgereke baweriyê ye. Li çar parçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê hatiye qebûlkirin. Xwedî tecrûbeya bi salan û piştgiriya gel e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar