Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de diyar kir ku li 21 girtîgehan herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora binpêkirinên mafan ên mehên Çile, Sibat û Adarê yên li ser binpêkirinên li gelek girtîgehan û her wiha girtîgehên li Herêma Marmarayê bi civîneke çapemeniyê li avahiya komeleya xwe ya li Taksîmê aşkere kir. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî, endama Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn û Meral Nergîs Şahîn tev li civînê bûn.

Rapora ku di encama agahiyên parêzerên ÎHD’ê bidestxistine, serlêdanên li komeleyê hatine dayîn û nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine hatiye amadekirin. Binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Kampusa Sîlîvriyê, Girtîgehên Tîpa F ên Hejmarên 1 û 2, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 û 3’yan a Maltepe, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Maltepe, Girtîgeha Tîpa T a Manîsa, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê, Girtîgehên Tîpa E a Sînopê, Tîpa T a Wanê, Tîpa T a Hejmara 2’yan a Tarsûsê, Tîpa T a Hejmara 4’an a Şakranê, Tîpa T a Erzîncanê, Tîpa E a Kirklarelî, Tîpa L a Alanyayê, Tîpa T a Rihayê, Tîpa T a Denîzliyê, Tîpa T Duzce û Girtîgeha Jinan a Sîncanê di raporê de cih girtin. Di raporê de ji 21 girtîgehan 186 serlêdanan cih girtin.

Herî zêde girtiyên polîtîk rastî binpêkırınên mafan tên

Li gorî raporê ji Girtîgehên Tîpên F ên Hejmarên 1 û 2 yên Tekîrdagê 49 serlêdan hatine kirin. Ji bilî van li Girtîgehên Tîpên L ên Hejmarên 1 û 2 ên Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û Girtîgehên Sîlîvrî û Kandirayê 91 serlêdan û ji girtîgehên din jî 46 serlêdan hatine kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku herî zêde girtiyên polîtîk rastî binpêkirinên mafan tên. Di raporê de 166 serlêdanên girtiyên polîtîk, 20 serlêdan jî yên girtiyên edlî cih girt.

 Rapora 3 mehan: herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin

Li gorî raporê di meha Çileyê de 95, di meha Sibatê de 59 û di meha Adarê de jî 32 serlêdan hatine kirin Di serlêdanên li ÎHD’ê hatine dayîn de 2 hezar û 985 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Di serlêdanên meha Çileyê de hezar 733, yên di Sibatê de hezar û 185, di meha Adarê de jî 690 binpêkirinên mafan hatin nîşandan. Ji bilî van daneyan, daneyên ku bi rêya çapemeniyê hatine bi dest xistin jî hene. Li gorî raporê 623 binpêkirinên mafan pêk hatin. Qasî 3 mehan bi komî herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin.

Li gorî raporê, herêma ku herî zêde îxlal lê tê kirin êşkence û kiryarên xerab bûn. Li gorî serlêdanên li ÎHD’ê hatin kirin, herî kêm 71 caran lêdan û îşkence, 81 muameleya xerab, 30 cezayê hucreyê, 40 lêgerîna tazî, 21 heb xistina odeya bisunger, 87 zextên psîkolojîk, 50 pêkanînên xerab, 9 gefên mirinê, 35 lêgerîn û belavkirina pirtûkan û 22 gefxwarin hene. Her wiha di raporê de binpêkirinên tenduristiyê jî cih girtin. Li gorî raporê, herî kêm 43 caran nebirine nexweşxaneyê, 35 caran nebirine revîrê, 3 taloqkirinên emeliyatê, 2 caran nebirina kemoterapiyê, 21 caran nedayîna xwarina diyetê, 24 muayeneyên kelepçekirî, di dema muayeneyê de 17 caran jî binpêkirina mafan a derneketina cendermeyan a ji odeyê pêk hat.

Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku girtî di 3 mehan de rastî gelek binpêkirinên mafan hatine û got: “Tecrîd û îzolasyon kûr bûye û hatiye asta mayîndebûnê. Girtî bi hêceta ‘ne di rewşeke baş de ne’ û raporên neyînî nayên berdan. Li girtîgehan cezayên dîsîplînê berdewam dikin.”

Yolerî, bal kişand ser helwesta gardiyan û midurên girtîgehan û destnîşan kir ku helwesta keyfî û dijminane ya li dijî girtiyan zêde bûye. Yolerî da zanîn ku di demên dawî de li Girtîgehên Tîpên S pirsgirêkên cidî diqewimin û anî ziman ku nameyên girtiyan ên têkildarî binpêkirinên mafan ku dixwazin ji saziya wan re bişînin tên astengkirin.

 Ji 60 nivîsan re 23 bersiv hatin

Endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, rêveberên girtîgehan û lijneyên Mafên Mirovan ên li bajarên girtîgeh lê ne, ji Saziyên Tiba Edlî, dozgeriyan, Wezareta Tenduristiyê, Odeya Tabîban, Şaredarî Saziyên Hifzisihha yên Bajêr, li gorî rewşê ji sefaretxaneyan nivîs nivîsandine. Acettîn, da zanîn ku di van 3 mehan de 60 nivîs nivîsandine lê 23 bersiv ji wan re hatine. Acettîn têkildarî bersivan agahî parve nekir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar