PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li 4 bajaran dayikan çalakî pêk anîn

Xizmên girtiyan û dayikên Laçik Spî yên girtiyan bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe, li Stenbol, Kocaelî, Amed û Edeneyê çalakiyên cur be cur li darxistin

Malbatên girtiyan û Dayikên Laçik Spî yên her roj bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên girtî kom dibin, îro dîsa bi armanca tercîd bi dawî bibe, xwestin li pêş Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Malbat, li Rawestgeha Sîteya Zarokan a pêş Rêya E-5 kom bûn. Li gel parêzeran gelek kesên din jî piştgirî dan. Dayikan dema xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin, rastî astengiya polîsan hatin. Dayik li ser vê yekê meşiyan Qada Şirinevlerê. Dayikan di meşê de dirûşmeya “Bijî Berxwedana Leyla” berz kirin.  Dayik piştî meşê derbasî avahiya HDP’ê ya Bahçelievlerê bûn.

Dayikên Laçik Spî faks şandin û meşiyan

Çalakiya dayikên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li Amedê dane destpêkirin di roja 22’yemîn de didome. Komek dayikên çalakgeran, li ber Şaxa PTT’ê ya navçeya Yenîşehîrê hatin gel hev û ji bo qebûlkirina daxwazên zarokên xwe ji Wezareta Dadê re fask şandin. Dayikan di faksa xwe de ji Wezaret Dadê daxwaza; ‘Tecrîda  bêhiqûqî ya li Îmraliyê rake, Bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî rêkûpêk bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike, şertên hiqûqa navneteweyî bi cih bîne’ kirin.

Polisan ji ber faks şandina dayikan derdora PTT’ê dorpêç kirin. Dayik piştî şandina faksan xwestin ji PTT’ê ber bi Parqa Koşûyolûyê ve bimeşin. Dayik ji ber ku ji aliyê polisan ve hatin astengkirin, bi qasî saetekî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê dayik bi çepik û dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan”  û “Em ê bi berxwedanê bi serkevin” heta Fabrîqeya kevn a Arvan a li hemberî Parqa Koşûyolûyê meşiyan.

Bang li Wezîrê Dadê kirin

Li Edeneyê jî malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê dene, di roja 13’emîn de li Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê kom bûn û dengê xwe bilind kirin. Dayik dîsa li parkê kom bûn û çalakiya rûntinê li dar xistin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari û gelek nûnerên saziyên jinan û dayik amade bûn. Dayikan bi qasî saetekê di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyanî dan. Dayikan diyar kirin ku çûna parêzeran a ji bo ziyareta Ocalan wan kêfxweş dike û wiha gotin: “Em bang li Wezîrê Dadê dikin ku bi lez qanûn û hiqûqa xwe pêk bînin. Em bang dikin bêyî kes jiyana xwe ji dest bidin bila tecrîd rabe.” Dayik Nejla Kocaman, bang li wezir kir û wiha got: “Bi fermî aşkere bike ku tecrîd bi dawî buye. Çûna parêzeran em kêfxweş kirin. Em hevî dikin ku agahiyên xweş bidin me. Bila kes jiyana xwe ji dest nedin. Em aştiyê dixwazin.”  Dayikan çalakiya xwe bi dirûşmeyên “Bijî berwedana zindanan” bi dawî kir.”

Dayikan astengî nas nekirin

Dayikên Laçik Spî û malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbunê de ne, bi armanca balê bikişinin ser daxwaza zarokên xwe dîsa li ber Girtîgeha Tîpa M Gebze kom bûn û di roja 44’an de çalakiya xwe berdewam kir. Malbat li ber avahiya HDP’ê ya Gemze kom bûn û bi tevlibûna Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Endamên Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din bi wesayîtan berê xwe dan Girtîgeha Gemzeyê. Dayikên ku bi otobusê hatin pêş girtîgehê bi tilîlî û çepikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan diyar kirin çalakî qedexe ye. Lê dayikan bi gotina “Ji bo zarokên me nemirin em li vir in” û bertek nîşanî polîsan dan. Dayikan diyar kirin ku heta peyamek erênî ji Îmraliyê neyê dê dest ji çalakiyên xwe bernedin û her roj bên li vir çalakiya xwe berdewam bikin. Dayik piştî çalakiya rûniştinê derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê bûn.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar