Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li 4 navendên Başûr ji bo Ocalan kurd daketin qadan

Navenda Nûçeyan |

Li Kerkûk, Hewlêr, Kelar û navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê gel ji bo ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin daketin qadan.

Li Hewlêrê bi pêşengtiya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê li ber Rêveberiya Pasporta ya Hewlêrê meş destpê kir û heta li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin. Di çalakiyê de bang kirin ku demildest parêzerên Ocalan serdana Îmraliyê bikin û pêre hevdîtinê bikin ku derbarê rewşa tenduristiya Ocalan û girtiyên din de agahiyan bigirin.

Kerkûk

Li nava bazara Penca Elî ya Kerkûkê bi beşdarbûna sedan kes meşek pêk hat. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin û dirûşma ‘Bijî berxwedana Îmralî’ berz kirin. Meş heta dawiya bazarê berdewam kir.

Li ser navê girseyê Amed Kerkûk daxuyaniyek da û wiha got: “Rêber Apo ji bo kurdan xeta sor e. Divê têkildarî agirê li Îmraliyê derketî agahiyên zelal bên parvekirin. Armanca vî agirî di serî de tunekirina Rêber Apo û gelê kurd e.”

Kerkûkî bal kişand ku şewata li Îmraliyê berdewama komployê ye û ji bo vê bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan û azadîxwaz ên cîhanê kir ku li dijî êrîşa li ser Ocalan bêdeng nemînin.

Her wiha Kerkûkî bang li hemû welatiyên Kerkûkê û başûrê Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin û li dijî êrîşên di serî de li ser Ocalan û gelê kurd bikevin tevgerê.

Kelar

Li navçeya Kelar a Germiyanê Komîteya Azadî ji Ocalan re ji bo agahiyê ji rewşa Ocalan û girtiyên din bigire, meşek lidar xist. Meş li ber Parka Leyla Qasim destpê kir û heta nava bazarê berdewam kir.

Di meşê de dirûşmên ‘Wê agirê Îmraliyê we ji bişewîtîne’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Ey dijmin bizane Apo xeta sor e’ hate berzkirin. Her wiha posterên Ocalan jî hatin hildan.

Seyidsadiq

Li ser pira nava bazara navçeya Seyidsadiq bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de welatiyan daxwaz kir ku destûr were dayîn ku parêzerên Ocalan serdana Îmraliyê bikin.

Di çalakiyê de Herêm Ebûbekir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku duh li Girava Îmraliyê şewat derketiye û bang hat kirin ku demildest hevdîtin li gel Ocalan pêk were û ji rewşa tenduristiya wî piştrast be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar