Li nêzî balefirgeha Celalabad a li rojhilatê Efganistanê êrîşeke xwekujiyê pêk hat û 16 kes jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî buroya şîrketeke înşaatê ya derdora balefirgeha Celalabad a li rojhilatê Afganistanê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Rayedarên herêmî diyar kirin ku di êrîşê de 16 xebatkarên şîrketa înşaatê mirine û gotin ku piştî êrîşî di navbera êrîşkar û xebatkarên ewlehiyê yên înşaatê jî şer çêbûye.
Berdevkê wîlayetê Ataûllah Hogyanî ji AFP’ê re axivî û wiha got: “Du kesên ku bombe li xwe pêçabûn, bombeyên xwe teqandin. Her du êrîşkar ji aliyê xebatkarên ewlehiyê ve hatin kuştin.”
Hêj tu rêxistinê êrîş li ser xwe negirtiye.
Muzakereyên di navbera Talîban û Amerîkayê
Hefteyek berê di navbera DYE û Talîbanê de ji bo bidawîkirina şer muzakere hatibû kirin. Ev êrîş piştî muzakereyê pêk hat.
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê DYE’yê Robert Palladîno li Washîngtonê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku di muzakereyên bi Talîbanê re ew bi pêş ve çûne lê hêj gelek kar hene ku werin kirin.
Li gorî Wezareta Karê Derve nîqaş li ser çar meseleyên wekî ‘antî-terorîzm’, ‘vekişandina yekîneyên Amerîkayê’, ‘Diyaloga navxweyî ya Afganistanê’ û ‘agirbest’ tê kirin.
Roja înê Talîbanê êrîşî baregeheke DYE-Afganistanê kiribû û herî kêm 23 endamên ewlehiyê yên Afganistanê miribûn. Rayedarên Afganistanê diyar kiribûn ku di van êrîşan de herî kêm 20 endamên Talîbanê jî mirine. KABÎL