PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Afganistanê kaos heye

Piştî ku îdareya Afganistanê ket destê talîbanan, li welat kaoseke mezin derketiye. Li hemberî biryara xwevekişandina DYE’yê ya ji Afganistanê jî bertek zêde dibin

Piştî biryara xwevekişandina Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji Afganistanê, Talîbanê paytext Kabûl jî di nav de hemû bajarên welat xiste bin kontrola xwe. Ji ber hewldana revê ya ji welat a bi deh hezaran afganî ku ji êrîşên tolhildanê yên Talîbanê bi fikar in, li welat kaoseke mezin derketiye.

Li balafirgeha navnetewî ya ji derveyî Kabûlê, berdewam dengê rabûna balafiran tê û welatên rojavayî hewl didin bi lez û bez personelên xwe yên li Afganistanê û xebatkarên xwe yên afganî ji wê derê derxînin. Almanya êvara roja yekşemê yekemîn balafira ji bo derketina ji welat firand û Komara Çekê jî bi heman rengî ragihand ku wan jî yekem firîna xwe ya ji bo derketina ji Afganistanê pêk aniye.

Wê îro jî Fransa û New Zelanda firîna xwe ya yekem pêk bînin, Îngilistanê jî da zanîn ku wan heya niha nêzî hezar kes ji wê derê derxistine.

Bi deh hezaran kes ku li balafirgeha Kabûlê kom bûne jî ji bo ku ji welat derkevin bendewar mane. Di balafirgehê bi berdewamî tengezarî û alozî çêdibin, televîzyona BBC’yê ragihand ku di encama qerebalixî û pevçûnên bi leşkerên ewlehiya balafirgehê digirin de herî kêm 2 kes mirine. Ajansa Reûtersê jî ragihand ku 5 kes mirine.

Milîsên Talîbanê li kolanên navenda bajêr digerin û tê gotin ku di nava bajêr de tu pevçûnek çênebûye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên nîşan didin ku tu yê bêjî qey Kabûl veguheriye bajarekî xeyalî û tu kes dernakeve kolanê.

Li bajarê Qendiharê ku duyemîn balafirgeha mezin a welat li wê derê ye, piştî ku leşkerên li balafirgehê xwe radest kirin, Talîbanê kontrola xwe ya li ser başûrê rojava bi temamî pêk aniye. A niha tenê Balafirgeha Navnetewî ya Harîrî ya Kabûlê negirtiye.

Rexneyên li hemberî rêveberiya Amerîkayê zêde dibin

Piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê dewr girt, rexneyên li hemberî Serokê DYE’yê Joe Biden zêde dibin. Generalê DYE’yî Davîd Petraeûs rewşa li Afganistanê weke felaketekê pênase kir û wiha got: “Ez ditirsim ku em ji vê biryara xwe poşman bibin û ji niha ve wisa xuya dike.”

Ji çalakvanên afganî Seher Hossaîn Jaghorî jî Bidenê bi ‘Afganistan radestê Talîbanê kirin’ tawanbar kir û diyar kir ku êdî tu baweriyek wan ji vîna DYE’yê nemaye.

Wekîlê muhafezekar ê îngilîz Tobîas Ellwood jî got ku wê Îngilistanê û hevalbendên wî ji biryara vekişandinê poşman bibin û piştî Talîbanê welat bixe bin destê xwe, dibe ku êrişên terorîstî yên mîna 11’ê Îlonê welatên rojavayî pêk bên. KABÛL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar