Di lêhiya li bakur û rojavayê Afganistanê pêk hat de herî kêm 35 kes mirin, bi hezaran mal hilweşiyan
Ji ber barîna barana zêde ku roja înê destpê kir li bakur û rojavayê Afganistanê lêhî rabû. Ji ber lêhiyê gelek mal hilweşiyan û peywendiyên bi gelek gundan re jî hate qûtkirin.
Li gorî Desteya Rêveberiya Karesatê ya Navneteweyî di eyaletên Feryab û Belh a dikeve bakurê welat bi kêmanî 17 kes li eyaletên Herat û Badgisê jî 18 kes mirin. Di encama lêhiyê de jî 3 hezar mal hilweşiyane.
Berdevkê waliyê eyaleta Herat Jeylanî Ferhad diyar kir ku eyaletê bi sedan mal hilewşiyan û bi hezaran kes neçar man ku cih biguherin. Midûrê Herêma Sor a Herat Gulabîdin Mîrî jî da zanîn ku li hinek cihan rê hatine girtin û tîmên alîkariyê diyar dikin ku li vir rê hatine girtin.
Her wiha ji serê meha adarê ve li eyaleta Kandahar a dikeve başûrê welat ji ber baranê gelek mal hilweşiyabûn û bikêmanî 20 kes mirin. KABÎL