Li Afganîstanê otobosê pê li teqemeniyekê kir, piranî jê jin û zarok 28 kes mirin.
Îro saet 06.00’an li Afganîstanê dema ku otobosek ji Qendeharê diçû Heratê pê li bombeyekê kir. Bombe ji hêla Talîbanan ve hatibû danîn. Di encama teqînê de piranî jê jin û zarok 28 kesên di otobosê de mirin û 10 kes birîndar bûn.
Rayedaran gotin armanca bombeyê hêzên ewlehiyê bûne. Walîtiya Eyaleta Farahê ragihand 28 kes mirine û kesên ku mirin dibe ku zêdetir jî bibin. QENDEHAR