Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Afrîkaya Navîn metirsiya birçîbûnê ya li ser zarokan

Li gorî mîsyonên Neteweyên Yekbûyî yên li Afrîkaya Navîn, rêjeya zarokên kêmî 5 salî yên nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin, bi rengekî cidî zêde dibe

Navenda Nûçeyan |

Di vê dema şewbê de li tevahiya cîhanê bi taybetî li Afrîkayê xizanî zêde bû. Bi xizaniyê re bi deh milyonan mirovên din yekser birçî man. Vê yekê bandora herî giran li zarokan kir.

Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), pirsgirêka birçîbûnê ya li Komara Afrîkaya Navîn bandora herî giran li zarokan dike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka birçîbûnê ya li welêt bandoreke yekser li herî kêm 24 hezar zarokên kêmî 5 salî dike û hat diyarkirin ku metirsiya birçîbûna giran mehên destpêkê yên îsal zêde bûye.

Li gorî daxuyaniyê, ev rêje li gorî sala 2020’î bi asta ji sedî 25 zêde bûye, ji bo sedemên vê yekê jî li gel şewba Covîd-19 her wiha şerê li welêt jî hat nîşandan.

UNICEF û WFP’ê hişyarî dan ku ger bi lezgînî dest li rewşê neyê werdan, wê ji ber birçîbûnê zarok bimirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelek bajarên li welêt xwedî çavkanî û kapasîteyeke têrker a ji bo têkoşîna li dijî pirsgirêka birçîbûnê nîn in û li gelek bajaran rewş di asta alarmê de ye.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku nabe kes bi rengekî destgirî li vê felaketa li ber çavên xwe temaşe bikin û ji bo alîkariya mirovî bê gihîştin, divê rewşeke aram û pêbawer hebe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar