Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Agirî çalakî: 5 dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku artêşa tirk a dagirker li Demîrkapi ya herêma Gilîdagi ya Agiriyê 13’ê tîrmehê dest bi operasyonekê  kiribû, gerîla bi bayê bezê li yekîneyeke veşartî  ya dijmin da. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ên artêşa tirk daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“13’ê tîrmehê artêşa tirk a dagirker li dever Demîkapi ya herêma Gilîdagi ya Agiriyê bi tevlibûna yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kirin. Hêzên me yên gerîla yekîneyek veşartî ya li qadê di saetên rojê de xistin di bin kontrola xwe de, saet 21:00’an ji sê baskan ve çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku di demeke kin de ev yekîne hat bêbandorkirin, herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Di encama vê çalakiya bi bayê bezê ya hêzên me pêk anî de, dagirkerên ketin panîkê belavî bejahiyê bûn. Cara duyemîn di çalakiya ji aliyê hêzên me ve li dijî dagirkerên li bejahiyê bûn dan de, têkildarî hejmara dagirkerên hatine cezakirin tu agahiyek nehatiye girtin.

Artêşa TC’ê ya dagirker saet 23:00’an bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê rakirine.

Li herêma Heftanîn a di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

10’ê tebaxê saet 17:00’an hêzên YJA Starê li dijî dagirkerên li devera Girê Îndîrme ya Xantûrê di nava tevgerê de bûn çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatine cezakirin. Dewleta TC a dagirker piştî çalakiyê windahiyên xwe bi helîkopetan ji qadê rakirine.

Li herêma Metîna ya di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

10’ê tebaxê saet 08:30’î bi çekên giran li dagirkerên li Boxaza Girê Azad hat dayîn. Di vê çalakiyê de hedefên hatibûn nîşandan bi îsabet hatine lêdan.

11’ê tebaxê saet 03:50’î hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên li Girê Koordîne dane. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin, 2 kamerayên mobess jî hatine îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 10’ê tebaxê de li berpalên Girê Sor hêzên me yekîneyeke veşartî ya artêşa tirk a dagirker xistiye bin kontrola xwe û di heman rojê de saet di 12.00’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dan. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin, piştî vê çalakiyê dagirkeran xwe piçekî vekişandine.

Di 10’ê tebaxê de saet di 18.20’an de li Girê Silêman hêzên me çekên giran li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de bi xurtî li dagirkeran hatiye xistin.

Di 10’ê tebaxê de berêvarî qada Siyanê ya Garê bi balafirên şer hatine bomberdûmankirin. Piştî bomberdûmanê agir bi qadê ket û şewat didome.

Di 10’ê tebaxê de saet di navbera 20.00 û 23.00’an de helîkopter li ser xeta Qaşûra ya Metînayê geriyane. Di heman saetan de helîkopteran li dora gundê Dêşîşê û Serarû ya Kanîmasiya Amêdiyê û li dora Girê Koordîneyê dane.

Di 10’ê tebaxê de saet di navbera 21.30 û 04.30’an de tunelên şer ên qada Werxelê ya Avaşînê bi teqemenî, balafirên şer û helîkopteran hatiye bomberdûmankirin. Di heman rojê de saet di navbera 07.00 û 19.00’an de artêşa tirk a dagirker li hemberî tunelên şer 7 caran gaza kîmyewî bi kar aniye.

Di 10’ê tebaxê de dagirkeran xwestin li qada Girê Sor a Avaşînê bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer bikin. Hêzên me li dagirkeran dan û dagirker neçar mane ku vekişin.

Li ser qadê hê jî Drone digerin.

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran hêzên xwe yên li qadên Mervanos, Tabûra Ereba, Girê Sor û Girê Silêman guherandine.

Di 10’ê tebaxê de saet di navbera 12.30 û 22.50’î de qada Çemço ya Zapê bi çekên giran hatiye bomberdûmankirin.

Di van êrîşên dewleta tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar