Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Agiriyê îşkenceya ‘Sirûda Îstîklalê’

Di 20 gulanê de leşkeran 4 welatiyên ku ji bo çêkirina xanî çûbûn derdora Gola Bendava Panosê û kevir kom dikirin, bêyî ku hincetekê nîşan bidin li gel welatiyên din ên li herêmê binçav kirin. Welatiyên ku hejmara wan derdora 20’an bû, ji bo wergirtina nasnameyên xwe çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Cendirmeyan welatî rêz kirin û bi darê zorê jê xwestin ku Sirûda Îstîklalê bixwînin. Piştre jî leşkeran bi hinceta ku di navbera xwe de axivîne, çêr û heqaret li welatiyan kirin. Li ser vê yekê birayên hev Coşkun û Enes Çetres bertek nîşan dan. Cendirmeyan her du bira birin odeyeke bêkamera û îşkence kirin.

Têkildarî mijarê Coşkun Çetres ku ji ber îşkenceyê laşê wî reş û şîn bûye axivî û wiha got: “Li hewşa qereqolê em rêz kirin û di rewşa amadehiyê de hiştin. Leşkeran bi pêhn û şimaqan li me xist. Xwestin ku em di navbera xwe de ne axivîn. Piştre jî xwendina Sirûda Îstîklalê li me ferz kirin. Hin hevalên me jî di wê kêliyê de di navbera xwe de axivîn. Li ser vê yekê leşkeran heqaret kirin û bi ser me de hatin.”

‘20 leşkeran bi hovane êrîşî me kirin’

Çetres da zanîn ku wî û birayê xwe bertek nîşanî vê rewşê daye û wiha domand: “Em her du birin odeyeke bêkamera û bi qasî 20 leşkeran bi hovane êrîşî me kir. Bi pêhn û kulman li me xistin. Ji ber lêdanê xwîn ji guhê min hat. Xwîn ji tiliyeka min hat û di pişta min de şopên lêdanê çêbûn. Laşê birayê min jî reş û şîn bûye.”

‘Tu hêviyeke me ji darazê nîne’

Herî dawî jî Çetres ev tişt anî ziman: “Ez û birayê xwe rastî êrîşeke dermirovî hatin. Piştî ku em hatin berdan jî ji bo wergirtina rapora derbê em çûn nexweşxaneyê. Li dozgeriyê jî me giliyê leşkeran kir. Tu hêviyeke me ji darazê nîne lê belê em neçar man ku gilî bikin. Her wiha leşkeran bi hinceta ku me navbeyna fîzîkî binpê kiriye, 3 hezar û 150 lîre ceza li me birîn.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar