Li navçeya Akre agir bi malekê ket. Di encama şewatê de dayikek tevî 2 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan
Îro li taxa Aleyî ya navçeya Akrê ya Dihokê agir bi malekê ket. Li gorî agahiyan, di encama şewatê de jina bi navê Efrah û zarokên wê yên bi navên Hesen û Hisên jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku temenê her du zarokan jî 7 salî bû.
Têkildarî sedema şewata li Akrê heta niha polîsên parêzgeha Dihokê tu agahî bi raya giştî re parve nekirine. DUHOK