Li taxa Sûgozu ya navçeya Alanya ya Antalyayê, piştî ku serçete Erdogan bû serokkomar, di bin navê ‘pîrozbahiyê’ de AKP’î li ber maleke kurdan li hev civiyan, li ber dirûşmên nijadperestî fîşek berdan derdorê. Kurdên li taxê diyar kirin ku fîşek li mala wan ketine û tim û tim dirûşmên nijadperest hatine qîrîn.
Malbatên kurdan ên li herêmê diyar kirin ku li dijî provokasyonê wan agahî dane polîsan, lê belê polîsan tiştek nekirine.