PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li aliyekî dewleta tirk, li sê aliyên din jî DAIŞ hebû

Mûrat Karayilan: Di demekê de ku Kobanê li ber ketinê bû û her kes li benda vê encama giran bû, me biryar da ku pêşî li ketinê bigirin û me pêşî lê girt

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di beşa sêyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de qala hemû detayên li ser rizgarkirina Kobanê kir.

  • Beriya 15’ê Îlona 2014’an li Kobanê, li Rojava rewş çawa bû? Dema ku 15’ê Îlonê êrîş dest pê kirin atmosfereke çawa hebû? DAIŞ’ê çima êrîşî Kobanê kir?

Ev yek ji gelek aliyan ve dikare bê nirxandin. Welatparêziya herêma Kobanê, mayina Rêber Apo li wê derê çend ji sedeman dikare bê nîşandan, lê belê sedema esasî û ya dema nêz ew bû ku Kobanê dorpêçkirî bû. Yanî xeleka herî lawaz bû ku ji ti deverê nikarîbû alîkarî werbigirta. Ji ber ku û Cizîrê, her wiha Kobanê û Efrînê ji hev qut bû. Di navberê de hêzên DAIŞ’ê hebûn. Yanî di nava dorpêçiya DAIŞ’ê û dewleta Tirk de bû. Li aliyekî wê dewleta Tirk, li 3 aliyên wê jî DAIŞ hebû. Çûn û hatin tune bû. Yanî di nava derya terorê de mîna giravekê bû. Bi qasî ku zanim nêzî hezar YPG’iyan Kobanê diparastin, lê belê çekên wan ên giran tune bû. Fermandarên DAIŞ’ê bi vê zanî bûn, lê di heman demê de zanî bûn ku YPG mîna hêzên din yekser nareve û li ber xwe dide. Lewma bi tankên DYE’yê û çekên pêşketî yên li Iraqê bidestxistî ji 3 baskan ve 15’ê Îlona 2014’an dest bi êrîşê kirin.

Heman êrîş karîbûn li ser Cizîrê bikira lê nekirin. Çima? Ji ber ku li wê derê hêzên YPG’ê gelek bûn, hejmara wan, çekên wan hîn xurtir bûn. Weke min got, Kobanê weke aliyê nerm ê YPG’ê tespît kiribûn, lewma êrîşî Kobanê kirin.

  • Piştre çi bû?

Di vir de divê ev yek jî bê gotin: Di destpêka Tebaxê de, her wiha di nava meha Tîrmehê de dema ku me hêz ji bo Başûr amade dikir û gava me bi alayan dest li êrîşê werdidan, li ser daxwaza YPG’ê -ku YPG’ê bi xwe nikarîbû ji Cizîrê hêzê bişîne Kobanê- me ji Bakkur hêzek şand Kobanê. Ji eyaleta Amedê me hêzên şervan û fermandar, ku komek ji şervanên nû jî di nav de hebû, şand Kobanê. Wê demê me ne tenê hêz şand Başûr, di heman demê de me me hêzên xwe şand Rojava bi taybetî jî Kobanê. DAIŞ’ê di nava Tîrmehê de êrîşî Kobanê kiribû. Bawerim hefteyek, du hefteyan dewam kir. Wê demê hêzên me gihîştin; şer qewimî, DAIŞ hinekî bi pêş ve çû bû, lê hatin rawestandin. Yanî wê demê têkiliyeke me bi vî rengî bi  YPG’ê re çêbû.

  • Li Rojava ne tenê Kobanê dorpêçkirî bû..

Li Efrînê jî rewşeke bi heman rengî hebû. li wir jî şer diqewimî. Li ser daxwaza HPG’ê me di ser Amanosan re hêz şand Efrînê. Bi taybetî hevalê Masîro ku wê demê li Fermandariya Amanosê bû, her wiha Şehîd Vedat, Şehîd Şiyar Malatya tevî komek bi bandor bi hev re hatin Efrînê, li wir tevlî şer bûn û piştgirî dan hêzên YPG’ê. Di heman demê de, di pêvajoya êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de hinek ji van hevalan bi rengekî dizî ji herêmên ku DAIŞ lê bû derbas bûn û xwe gihandin Kobanê. Bi vî rengî Fermandariya Kobanê hinekî hatibû xurtkirin. Lê belê van hevalan li wir yekser bi erka fermandariyê ranebûn; fermandariya wê ya berê wezîfeya xwe meşand; wan jî wezîfeyên ku piştgiriya wan bike, meşandin.

Bi kurtasî bi 15’ê Îlonê re li hemberî êrîşên berfireh ên DAIŞ’ê hêzên YPG’î li ber xwe dan. Lê belê êrîş gelekî berfireh bû. Mîna Serzorî ku ew dibistan hatibû dorpêçkirin û berxwedana heta şehadetê hate meşandin, gelek berxwedanê girîng hatin kirin. Lê belê ji her sê baskan ve jî hêzên DAIŞ’ê bi pêş ve çûn. Ji ber ku êrîş hem bi wesayitên zirxî hem jî bi rêbazeke berfireh dihate meşandin. Wekî din taktîk jî dikirin; hêzên xwe diguhertin û didan şerkirin. Hêzên ku bi şev şer dikirin bi rojê bêhn vedidan û hêzên nû diketin şûna wan. Bi vî rengî 24 saetan timî şer dikirin û hêza li hemberî xwe diwestandin. Rewşeke bi vî rengî ya hêzên Kobanê tune bû. DAIŞ bi vî rengî bi pêş ket û xwe nêzî navenda Kobanê kir.

  • Li hemberî vê êrîşê we çi kir?

Li ser daxwaza Fermandariya YPG’ê me hêzeke din şand Kobanê. Ji xwe eger ne ji şandina wê hêzê bûya, DAIŞ wê hîn bi lez bigihaşta navenda Kobanê. Hem me hêz şand, hem jî Fermandariya YPG’ê ji aliyê Cizîrê hêz şand. Di vê navberê de me dît ku rê hinekî sist bûye. Mînak komên bi rengê sivîl diçûn Kobanê zêde li astengiyan rast nedihat û digihîştin sînorê Kobanê. Bi saya sistbûna vê rêyê Fermandariya YPG’ê jî dem bi dem hêz ji Cizîrê şand Kobanê. Lê belê veguhastina vê hêzê têrê nekir ku pêşî li wê êrîşa berfireh a DAIŞ’ê bigire. Têkildarî vê pêvajoyê de yek ji nuqteyên diyarker heye ku divê balê bikişînim ser: Ew jî banga Rêber Apo ya ji bo seferberiyê bû. Ya ku pêvajo diyar kir ev banga Rêbertî bû. Wê demê Rêber Apo perspektîf da ku divê Kobanê teqez bê parastin. Her wiha got, ji Bakurê Kurdistanê ciwan dikarin biçin û tevlî bibin, li ser vê bingehê banga seferberiyê kiribû. Ya ku destê me xurt kir û nîşan da ku em di rêya rast de ne ev banga seferberiyê ya Rêber Apo bû, perspektîfên wî yên ji bo parastina Kobanê bû. Ya esasî piştî wê banga Rêbertî girseya li Bakur bi xurtî kete nava liv û tevgerê û her kesî berê xwe da ser sînorê hemberî Kobanê û hem dest bi nobedê kir, hem jî gelek ciwan yekser tevlî nava refên YPG’ê bûn. Her wiha gel carekê zor da sînor û kete nava Kobanê. Yanî hêza ku ew pêvajo diyar kir Rêbertî bû. Bi vî rengî berxwedana Kobanê gihîşt nuqteya herî girîng. Ya ku kir em hîn bêhtir hêzên HPG’ê bişînin û hîn bêhtir rîskê bidin pêş çavên xwe ev rewş bû.

  • DYE û hêzên navneteweyî yên din wê demê helwesteke çawa nîşan dan?

Ev êrîş wê demê kete rojeva hêzên navneteweyî. Lê belê wê demê Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê John Kerry di daxuyaniyeke xwe de got, “Tiştekî ku em ji bo Kobanê karibin bikin êdî tune ye.” Ev gotin dihate vê wateyê, “Êdî tiştek nikare bê kirin; DAIŞ wê êdî li Kobanê serdest be, li wir wê mirovan qetil bike.”

  • Erdogan jî li Dîlokê got, ‘Kobanê dikeve, li ber ketinê ye…’

Belê, Tayyîp Erdogan bi wan gotinên xwe xwest bêje ku Kobanê wê teqez bikeve. Lê belê di ber wî de ma.

  • Piştî 15’ê Îlonê DAIŞ bi lez ber bi navenda Kobanê ve bi pêş ket û her kes li benda ketina Kobanê bû. Hingî we çi kir? Li Kobanê atmosfereke çawa hebû?

Wê demê ji ber ku bala me li ser bû, me yekser pêwendî bi Fermandariya YPG’ê ya K obanê re danî. Dema ku qala rewşa eniyan dikir, diyar kir ku li aliyê başûr cihekî tûrîstîk ê bi qasî 5-6 kîlometreyan dûrî Kobanê hebû (jê re Metham Seyran digotin) hêzên DAIŞ’ê gihîştine wê derê, şer li wê derê dewam dike û dibe ku ew der bikeve. Min jî wê demê ev pirs li wan kir; “Hûn dibêjin wê bikeve; eger ew der bikeve dijmin wê bê û bikeve navanda Kobanê; weke fermandarî hûn ê hingî çi bikin?” Wî hevalî got, “Ez ê bombeyên bi xwe re hemûyan biavêjin ser DAIŞ’ê, bombeya dawî jî li hemberî xwe bi kar bînim.” Yanî baweriya bi rawestandina êrîşên DAIŞ’ê kêm bûbû. Ji ber bi rengekî neyê rawestandin bi pêş diketin. Bi kurtasî hem beşek ji hevalên li wê derê hem jî derdorên navneteweyî û hin hêzan digotin ku êdî Kobanê wê bikeve. Gel jî bi rengekî girseyî koç dikir ku dilê mirovan gelekî pê diêşiya, gelekî bi êş û xemgînî bû. li hemberî vê yekê diviyabû tiştek bihata kirin û nedibû me lê temaşe bikira.

Wê demê me civîna asayî ya Konseya Fermandariyê ya HPG’ê lidar dixist. Di civînê de rewşa Kobanê jî hate rojevê û hate nîqaşkirin. Ji ber ku me hêz şandibû û hinek ji hêzên me şehîd ketibûn. Di heman demê de rewşa Kobanê jî krîtîk bûbû.

  • We wê demê biryareke çawa standin?

Du ihtimal hebûn; Ya her kesî wê ketina Kobanê qebûl bikira, ya jî wê bi rengekî dest lê bihata werdan û rêyê astengkirina ketina Kobanê bihatina peydakirin. Ji bo vê jî diviyabû berdêlên giran bida ber çavên xwe û berxwedaneke tund bihate meşandin. Ya rast, herdu jî gelekî zehmet bû. Gelekî zehmet bû ku mirov qebûl bikira ku Kobanê bikeve destê DAIŞ’ê. Her wiha pirsgirêkên ku pê re rû bidan wê gelekî giran bûna. Lê belê li Kobanê ya li ber ketinê meşandina berxwedaneke serketî wê rê li ber gelek windahiyan vebikira. Her wiha rawestîna li pêşiya performansa şer a DAIŞ’ê ne karê şervanên ji rêzê bû. Ev yek tenê karê hêzên xwedî tecrûbe û fedayî yên li Bakurê Kurdistanê bû. Dawiya dawî di civînê de li ser banga seferberiyê ya Rêberê me hate rawestîn û biryareke wiha hate dayin; “Divê Kobanê nekeve, weke PKK û HPG divê em dest li Kobanê werdin; destp^keê divê 400 kadroyên şervan ji eyaletên Bakur derbasî Kobanê bêne kirin.”

Ev biryar di 1’ê Cotmehê de hate wergirtin û heman rojê talîmat ji eyaletên li Bakur re hate dayin ku yekser bikevin nava liv û tevgerê. Me biryara xwe bi Hevserokatiya KCK’ê re jî parve kir. Rêveberiya tevgera me jî ev biryar di cih de dît û guncaw dît ku rîskê bide ber çavên xwe. Ji xwe di vê pêvajoyê de weke Biryargeha Navendî em bi însiyatîf tevdigeriyan. Hem banga seferberiyê ya Rêberê me û perspektîfa diyar kirî, hem jî piştgiriya Hevserokatiya KCK’ê, Sekreterya Giştî ya PKK’ê, Koordînasyona Tevgera Jinê û rêveberiyên me yên saziyên din ji bo biryara me, em hîn bêhtir motîve kir. Bi vî rengî şerê li dijî DAIŞ’ê ji aliyê navendekê ve hate birêvebirin, li eniyên Kerkûk, Mexmûr, Şengal û Kobanê sîstemek welê hate avakirin ku yekser biryarê bide û bi pirsgirêkên burokratîk rû bi rû nemîne. Ev sîstem gelekî kêrhatî bû. Bi vî rengî di demekê de ku Kobanê li ber ketinê bû û her kes li benda vê encama giran bû, me biryar da ku pêşî li ketinê bigirin.

  • YPG’ê biryar çawa pêşwazî kir?

Bêguman Fermandariya YPG’ê jî xwedî wê helwestê bû ku Kobanê divê teqez nekeve. Ev biryara me ya piştgiriyê gelekî erênî pêşwazî kirin. Ji xwe wan jî planek amade kirin ku ji Cizîrê hêzê bişîne. Hêz timî dişandin, lê belê windahî gelekî zêde bû û têra rawestandina êrîşên DAIŞ’ê nedikir. Ji ber vê yekê hin ji fermandarên ku şerê li Kobanê bi rê ve dibirin hinekî teredût dikirin. Ji aliyê şexsî ve pirsgirêka wan a şerkirinê tune bû, lê belê di mijara encamgirtinê û serketinê de gumanên wan hebû. Hinek ji hêzên wan ji hev jî ketibû. Bi teqwiyeya berfireh re li nava fermandariya li Kobanê hinekî guhertin û teqwiye hate kirin. Mînak hevalê Çekdar Amed ê ji eyaleta Amedê çû (ku ev hevalê me piştre sala 2016’an dema ku vegeriya li eyaleta Amedê şehîd ket) weke endamê fermandariyê hate wezîfedarkirin. Di heman demê de di nava xwe de hin guhertin hatin çêkirin. Bi kurtasî destwerdaneke bi vî rengî li Kobanê hate kirin û li ser vê bingehê hêz hatin şandin, ji Bakur û Cizîrê bi lez hêz ji herêmê re hatin şandin. Bi rengekî cidî pirsgirêka çek û cebilxaneyê hebû. Me depoyên xwe yên li Botanê hemû vala kir. Hem ji wê derê hem jî ji deverên cuda cebilxane dihate şandin. Lê belê şer ewqasî giran bû ku timî pêwîstî bi cebilxaneyê hebû.

  • We pêvajo çawa berevajî kir?

Di şandina hêz de astengiyeke cidî tune bû. Her wiha carekê (3 yan jî 4’ê Cotmehê bû) ji cihekî krîtîk ku bi 200-250 metreyî nêzî sînorê Tirkiyeyê bû, li dijî DAIŞ’iyên di çeperan de bûn pêngaveke xurt a êrîşê hatibû destpêkirin. Li wir heval şehîd ketibûn; lawazî çêbû bû û metirsiya ketinê rû dabû. Em hîn bûn ku hêzeke teqwiye ya girîng gihîştiye Murşîtpinarê û wê êvarê derbas bibe. Wê demê ji fermandariya li Kobanê re hate gotin, “Heta êvarê îdare bikin; êvarê wê hêz bigihêje we.” Lê belê fermandariyê diyar kir ku zehmet e heta êvarê îdare bikin. Li ser vê yekê me bi hevalên li derdora gundê Etmanekê yê li pişt Murşîtpinarê re têkilî danîn û ji wan re got, “Divê hûn di nava rojê de derbas bibin, eger hûn niha negihêjin dibe ku bajar bikeve.” Ji ber ku eger ew enî biketa wê DAIŞ derî bigirta, êdî kes nikarîbû biketa hundir, lewma bajar wê biketa. Wê demê gel jî li aliyê Bakur di nobedê de bû. Hevalan gel jî hinek dixist dewrê û gel ber bi sînor ve diherikî. Gel li wê derê kevir û hwd. diavêt leşkeran, rageşî rû dida; di vê navberê de 63 heval bi kincên sivîl destpêkê tevlî nava gel bûn, piştre jî ji ser têlên li ser sînor xwe avêtin û bi rojê derbasî Kobanê bûn. Her wiha derbasbûna vê hêzê bi kamera jî hatibû kişandin û di televîzyonê de hatibû weşandin. Lê belê kesî nizanî bû ku yên derbas dibin fedayiyên Apoyî ne ku xwedî tecrûbe ne û xwe fedayî doza gelê xwe kirine. Leşkerên li ser sînor ne li gel ne jî li hevalên derbas bûn dest wernedidan. Hevalan bi vî rengî xwe gihandin Kobanê. Li Kobanê tişta baş ew bû ku di depoyê de çekên zêde hebûn. Her hevalên ku derbas dibûn radihiştin çekê û ber bi eniyê ve diçûn. Bi vî rengî lawaziya li wê eniyê hate xurtkirin.

  • Di mijara derbasbûna hêzê de we gotin ku rewşa çûn û hatinê sist bû. Wê demê hevalên we ji kîjan eyaletan û ji kîjan rêveberiyê dihatin Kobanê?

Me wê demê hêzên xwe ji Botanê, Amedê, Garzanê û Erzîromê derbasî Kobanê kir. Mînak fermandarê leheng hevalê Cemşît -ku bi xwe jî li Kobanê mezin bû, ewladê cewherî yê gelê Kurdistanê bû û di rizgarkirina Kobanê de bi roleke girîng rabû- ji Erzîromê gihîşt Kobanê. Heval bi wesayitan ji wan deran dihatin. Her wiha komek ji 9 hevalan li cihekî li benda kontrolê ya polîsan aliqî, lê piştre ew berdan.

  • Ev hemû helwestek ji bo piştgiriya bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû?

Na. Bêguman ne ji bo wê bû. Dewleta Tirk xwest Kobanê ji bo me, yanî ji bo gerîlayên PKK’ê bike qadeke mirinê. Plan kir ku Kobanê bike cihê kuştina mirovan. Dewleta Tirk hesabê wê yekê dikir ku gerîlayên bi salan li Botan, Amed, Garzan û Erzîromê nikarîbû têk bibe, derbasî K obanê bibin û hemû li wir bên qetilkirin. Ji ber vê yekê çavên xwe ji derbasbûnê girt. Ji ber ku pêvajoya li Kobanê baş dişopand. MÎT hema hema bi her tiştî zanî bû. Li Kobanê wê demê rojane 50 ziyan dibû. Bi zelalî dibêjim; rojane 50 ziyan dibû. 13-14 jê şehîd, yên din jî birîndar bûn. Dewleta Tirk bi van hemûyan zanî bû. Ji ber ku birîndar hemû ji bo dermankirinê dişandin Pirsûsê. Her wiha hinek ji şehîdan jî dihate şandin. Piştre dest bi şandina şehîdan berdan. Yanî wan bi xwe jî ev rewş didîtin. Li gorî hesabê MÎT’ê û dewleta Tirk, hêzên ji eyaletên Bakur dihatin şandin û hêzên ku YPG’ê ji Cizîrê dişandin ji xwe dema gihîştin Kobanê wê ji aliyê DAIŞ’ê bihatina tasfiyekirin û kuştin. Bi vî rengî wê ‘koka me biqedand’ û Kobanê ji bo me bikira goristan. Ji ber vê yekê çavên xwe ji derbasbûna hêzên me girtin.

  • Li gel vê ziyanê û vê armanca dewleta tirk, gelo we çi kir?

Ya rast, piştî astekê me ev rewş fêhm kir, lê belê êdî zar hatibû avêtin û diviyabû heta dawiyê biçûna. Me xwest ku bi serketinê hemû pîlanên wan têk bibin. Weke ku tê zanîn Kobanê ne li me lê li wan bû goristan. Lewma piştî wê teqwiyeya destpêkê ya ji 400 kadroyî li pey hev teqwiyeyên nû hatin kirin û li Kobanê pêvajoyeke şer û berxwedanê ya sîng bi sîng dest pê kir.

  • We wê demê şibandibûn Stalîngradê…

Belê, me got; Kobanê wê nekeve, wê veguhere Stalîngradê. Li Kobanê mal bi mal wê şer bê kirin û Kobanê wê bibe destpêka qedandina DAIŞ’ê. Bi wî rengî jî bû. Dibe ku DAIŞ neqediya lê belê Kobanê bû cihê destpêkirina qedandina împaratoriya DAIŞ’ê. Bûyerên ku qewimîn piştrast kir ku gotina wê demê hate gotin propaganda nebû.

  • Hûn dikarin bi kurtasî qala hewelsta gel a wê demê çalakiyan bikin?

Ji ber ku gel fêhm kir, berxwedana mezin a xelkê me yê Bakur pêk hat ku weke 6-7-8’ê Cotmehê hate naskirin, lê ya rast hefteyekê dewam kir. Di heman demê de ji bo dewleta Tirk çeteyan neşîne herêmê gelê me dest bi çalakiya nobedê kir. Li seranserê sînor bi destê hev girtin û bi şev û roj nobed girtin. Temamiya gelê me yê Bakur li ber Kobanê li hev kom bû. Li rast û çep a Murşîtpinarê nobeda sînor hate kirin. Berxwedana Kobanê êdî veguherî berxwedana civakî-neteweyî-demokratîk û hefteyekê Bakurê Kurdistanê rabû ser piyan. Yanî rabûneke mezin çêbû, bi fermana Erdogan polîsan êrîşî gel kirin, bi giştî 50 kes şehîd bûn. Wê seknê bandoreke mezin li berxwedêrên li Kobanê kir. Gelê me bi wê berxwedana xwedîderketinê nîşan da ku ti carî ketina Kobanê qebûl nake. Vê helwesta gel bandoreke gelekî erênî li ser berxwedêrên li Kobanê kir. Ya rast wê demê li Cizîrê û hin deverên din dewletê xwe vekişand. Belê li Amedê, Qoserê û hwd. polîsan êrîş kirin, hin kes şehîd ketin, lê belê li deverê weke Cizîr, Nisêbînê destpêkê êrîşa dewletê çêbû jî piştre xwe vekişandin. Yanî xwe vekişandin baregehên xwe û bi vî rengî kolan ji gel re ma. Pêvajoyeke bi vî rengî bû. Van hemûyan bandoreke mezin li berxwedanê kir.

  • Gelek HDP’î têkildarî wê pêvajoya berxwedanê têne darizandin, ku gelek ji wan zindanîkirin e…

Ti eleqeya wan tune bû. Bandora pêvajoyê ya li ser civakê ye. Ji ber gotina ‘Binerin, vaye dikeve, li ber ketinê ye’ ya Erdogan û di heman demê de destpêkirina êrîşa DAIŞ’ê ya li ser navenda bajêr kir ku girseya gel helwestê nîşan bide. Yanî ya ku gel herikan kolanan ew gotina ‘dikeve, wê bikeve’ ya Erdogan bû ku mîna ku henekê xwe pê bike daxuyaniyek dabû. Vê yekê mirovên li nava civakê tehrîk kir. Welê lê bû ku gelê me herikî kolanan û me jî di heman kêliyê de weke HPG hêzên xwe yên gerîla şand Kobanê. Ev yek di asta herî bilind a xwedîderketina Bakurê Kurdistanê ya li Rojava bû ku di bin gefa hovîtiya DAIŞ’ê de bû.

Wê demê DAIŞ timî bi pêş ve diçû. Êdî ketibûn nava bajêr. Di nava bajêr de bi pêş ve diçûn. Weke ku min got bi qasî 250 metre nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bûbûn. Eger ew der jî bi dest xistibûna wê bajar biketa. Qadeke gelekî teng mabû. Her wiha heta wê demê derdora 100 mirovên me yên welatparêz li gel hêzên berxwedêr ên li wir mabûn. Bi vî rengî dibe ku rêveberiya qada civakî ya li wê derê hêviya xwe ya serketinê nema bû ku ew şand Bakur. Ev yek bêyî agahiyê bidin Fermandariyê dikirin. Bi kurtasî gelek kes dudil bûbûn, lê belê me heta dawiyê bawer dikir ku Gulan, Arîn Mîrkan, Hebûn, Cûdî û Cemîlên ku ji Amedê heta Botanê çûn wê derê wê heta dawiyê li ber xwe bidin û rê nedin.

Karayilan: Me stratejiya dewleta tirk têk bir

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar