Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Almanya û Fransayê ji bo roja Kobanê çalakî

Li gelek bajarên Almanya û Fransayê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Di çalakiyan de berxwedana Kobanê hate silavkirin

Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarên Hîldesheîm, Nurnberg û Bremen ên Almanyayê û li bajarên Lyon, Chambery, Montpellier û Villier Le Bel ên Fransayê bi hezaran kurdistanî û dostên wan daketin qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de berxwedana dîrokî ya Kobanê hate silavkirin.

Li gorî vê yekê;

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Almanyayê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de êrîşên qirker ên dewleta tirk hatin şermezarkirin.

NURNBERG

Çalakiya li bajarê Nurnbergê bi pêşengiya Interventionistische Linke pêk hat. Di çalakiyê de li gel wêneyên komkujiyên ku dewleta tirk li Rojava kirine, her wiha sînevîzyonek ji dîmenên komkujiyan hate nîşandan. Di daxuyaniyê de jî hate ragihandin ku dewleta tirk û çeteyên wan êrîşî nexweşxane, bendavên av û elektrîkê, her wiha êrîşî jin û zarokan dikin. Bi vî rengî sûcê şer dikin û hewl didin paqijiya etnîkî bikin. Di çalakiyê de her wiha bêdengiya welatên Yekitiya Ewropayê jî hate şermezarkirin.

BREMEN

Li bajarê Bremenê yê Almanyayê bi hevkariya 40 partiyên siyasî yên kurd komîteyek hate avakirin û vê komîteyê çalakî pêk anî. Meşê ji Teater Am Goetherplatzê dest pê kir û pankarta ‘Piştevaniya bi Rojava re û Rojava ji nû ve ava bikin’ hate vekirin. Piştre li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê jî bi pêşengiya Komeleya Çanda Mezopotamyayê li meydana Bellecoûrê çalakiyek pêk hat. Bi sedan kes li hev kom bûn û dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî berxwedana Kobanê’ berz kirin.

CHAMBERY

Li bajarê Chambery ê Fransayê jî kurdistanî tevî dostên xwe bi heman armancê daketin qadan. Bi sedan kes li pêşiya avahiya Walîtiya Chambery li hev kom bûn û heta Place Caffe bi dirûşman meşiyan. Çalakgeran êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin û ji Ewropayê xwestin ku zextê li Tirkiyeyê bike ku dagirkeriya xwe bi dawî bike.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê meşeke bi meşaleyan pêk hat û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Rojava hate şermezarkirin. Meşê ji Peyroû Pîtot Parkê dest pê kir û heta meydana Comedîe dom kir. Di meşê de der barê êrîş û gefên li Rojava tên xwarin belavok hatin belavkirin.

VÎLLÎER LE BEL

Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê bi meşaleyan meşek pêk hat û dagirkeriya dewleta tirk hate şermezarkirin. Di meşê de ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava dirûşm hatin berzkirin. Her wiha belavok hatin belavkirin. Çalakî li meydana Vîllîer Le Bel bi mîtîngekê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar