Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Almanyayê doz li Facebookê hat vekirin

Akademîsyen Kerem Schamberger ku ji ber parvekirina daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ser sala 25’an a qedexeya li ser PKK’ê hesabê wî yê Facebookê hate girtin, doz li Facebookê vekir

Malpera medya civakî Facebook salên dawî ji ber hevkariya xwe ya bi rejîma Tayyîp Erdogan re, sembol û şîroveyên têkoşîna azadiyê ya kurd sansur dike, hesabê Facebookê yê kesên van parvekirinan dikin disekinîne. Li dijî Facebookê ji ber vê yekê li Almanyayê doz hate vekirin.

Aktîvîst Kerem Schamberger ku li Zanîngeha Munchenê li beşa ragihandinê akademîsyen e, meha mijdarê ji ber sala 25’an a qedexeya li ser PKK’ê daxuyaniya Komeleya Azadî li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiribû. Lê belê ev yek ji aliyê Facebookê ve hatibû sansurkirin. Parvekirina Schamberger hate jêbirin û hesabê wî yê Facebookê demeke dirêj girtî mabû.

Rûniştina destpêkê ya doza li dijî “Facebook Ireland Limited” li Dadgeha Îdarî ya Munchenê pêk hat. Akademîsyen û aktîvîst Schamberger destnîşan kir ku Facebookê azadiya fikir û nêrînê ya ku li Almanyayê bi qanûnan mîsoger bûye, binpê kiriye. Facebookê jî bi rêya parêzerekî di rûniştina destpêkê de hewl da parastina xwe bike.

Parêzerê Facebookê îdîa kir ku PKK rêxistineke ‘terorê’ ye û parastinek ji 30 rûpelî kir. Argûmanên Facebookê jî îdiayên bi salan ên dewleta tirk e ku li dijî têkoşîna azadiyê ya kurd bi kar tîne. Parêzerê Facebookê îdîa kir ku parvekirina Schamberger tê wateya piştgiriya ji bo PKK’ê.

Kerem Schamberger jî diyar kir ku daxwaza ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanyayê daxwazeke rewa ye. Tê payîn ku biryara li ser mijarê di rûniştina 24’ê hezîranê de bê aşkerakirin.

Kerem Schamberger anî ziman ku tiştekî xweş e ku mirov Facebookê li ser kursiya bersûc bibîne û wiha got: “Facebook şîrketeke mezin e, lewma dibe ku ceza lê neyê birîn. Lê belê di mijara sansurê ya Facebookê de eger doz û gilî zêde bibin, qet nebe wê bala raya giştî biçe ser mijarê.” MUNCHEN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar