Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê di roja 20’emîn de jî li Amed, Mêrdîn û Wanê bi tevlêbûna gelek kesan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi hesta tolhildanê êrîşî destkeftiyên gelê kurd dike. Di çalakiyan de banga têkoşîna hevpar hate kirin

Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine destpêkirin di roja 20’emîn de jî berdewam kir. Di vê çarçoveyê de li Amed, Mêrdîn û Wanê bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan û gelek welatiyan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama berxwedanê hate dayîn.

Bi vê boneyê îro jî li Amedê bi tevlêbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevşaredar, rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Çalakî bi çepik û dirûşma ‘Amed a me ye, rûmeta me ye’ dest pê kir.

Malbatên Geziyê jî tev li çalakiyê bûn

Di çalakiyê de ji malbatên Geziyê bavê Alî Korkmaz, Şaban Korkmaz, dayika Ahmet Atakan, Emsal Atakan, dayik û bavê Berkîn Elvan, Gulsum Elvan û Samî Elvan, dayika Ethem Sarisuluk, Sayfî Sarisuluk û dayika Medenî Yildirim ku li navçeya Licê ya Amedê di şermezarkirina qereqolekê de jiyana xwe ji dest da Fahriye Yildirim jî tev li çalakiyê bûn. Malbatan bi pankarta ku li ser wêneyên kesên li Geziyê jiyana xwe ji dest dabûn, hatibûn xêzkirin, meşiyan Kolana Lîseyê. Malbatan di meşê de bênavber dirûşma ‘Li dijî faşîzmê em mil bidin hev’ berz kirin.

Li Mêrdînê çalakî

Li Mêrdînê jî çalakiya Nobeta Demokrasiyê li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hate lidarxistin û daxûyanî hate dayîn. Di çalakiyê de hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, endamên Platforma Komeyên Rojhalat û Başûre Rojhilat (DGD), serokê Federasyona Komeleyên Êlihê Abdûlhakim Daş, serokê Federasyona Komeleyên Amedê (AMEDFED) M. Îhsan Çevîk, serokê Federasyona Komeleyên Bedlîsê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Ekrem Baran, Enver Karabey, Emîn Aslan, Nasir Topûç û li ser navê Tifaqa Kurdistanê serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Vîna gel nayê desteserkirin’ hate vekirin.

Li dijî êrîşan yekitî

Di çalakiyê de li ser navê DGD’ê Abdulhakîm Daş axivî diyar kir ku tayînkirina qeyûman şermezar kir û got ku ev qanûnî nîne. Daş da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re derb li vîna gelê kurd hatiye xistin. Daş destnîşan kir divê her kes li dijî van êrîşan dest bide destê hev û bi avakirina yekitiya xwe pêşî li van êrîşan bigire. Li ser navê KÎD’ê jî Mele Ekrembaran axivî û daxuyand ku divê hikûmet ji vê şaşiyan xwe paşve vegere. Li ser navê Tifaqa Kurdistanê jî Sînan Çîftyurek axivî û diyar kir ku ew weke Tifaqa Kurdistanê dê xwedî li vîna xwe derkevin. Çîftyurek got ku dê qeyûman qebûl nekin û banga têkoşîna hevpar li derdorên demokrasîxwaz û azadîxwaz kir.

‘Qeyûm bireve vaye jin tên’

Li Wanê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Ayşe Acar Başaran, Mûrat Çepnî, Dilşat Canbaz, Hasan Ozguneş û endamên meclisên şaredariyê û gelek welatî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Hevserokatî pergala me ya azadiya jinê ye em nahêlin bê xespkirin’ û dovîzên ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ û ‘Bireva qeyûm vaye jin tên’ hatibûn vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên ‘Amed, Wan û Mêrdîn ên me ne’ û ‘Qeyûm dê biçe gel dê bê’ hatin berzkirin.

‘Em ê li ber xwe bidin’

Di çalakiyê de parlamenter Hasan Ozguneş got ku bi awayekî bêhiqûqî qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin û wiha domand: “Ji bo ku em vîna gel radestî Enqereyê nekin, em ê li ber xwe bidin. Hikûmeta AKP’ê û hevkarên wê yên MHP’ê polîtîkayên xwe yên faşîst dijwartir kirin. Sedema xespkirina şaredariyan, nenaskirina vîna gelê kurd e. Sedema din jî rant e.  Me bi destkekirina derdorên demokrasiyê re di hilbijartina 31’ê adarê de bi AKP’ê da windakirin. Ji ber vê jî bi kîn û nefret êrîşî şaredariyên me dikin.

‘AKP û MHP’ê rewatiya xwe winda kiriye’

Herî dawî jî Ozguneş wiha derbirî: “Em dibînin ku aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Her kesê ku serî ji wan re natewîne weke ‘terorîst’ dibînin. Hevkariya AKP û MHP’ê di çavê gel de rewatiya xwe winda kiriye. Ji ber vê jî bi awayeke despotîk û bêhiqûq her tiştî desteser dikin. Bi şerê hundir û derve hewl didin xwe li ser pêyan bigirin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê re bi dawî bû. AMED-MÊRDÎN-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar