Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Amed û Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê

Li Amed û Wanê bi tevlêbûna gelek kesan ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman, çalakiyên Nobeda Demokrasiyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de qeyûm weke desteserkirina vîna gel hate pênasekirin û peyama berxwedanê hat dayîn

Li dijî biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, çalakiya Nobeda Demokrasiyê hatibû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Amed û Wanê bi tevlêbûna gelek kesan çalakî hate lidarxistin.

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina bi destê qeyûm di roja 27’an de jî hate lidarxistin. Polîsan bi bariyeran dora qada nobedê girtin. Di çalakiyê de tevî parlamenter û hevşaredarên HDP’ê, gelek kesên din amade bûn. Çalakî bi dirûşm û çepikan dest pê kir.

Di çalakiyê de hevserokê KAYYDER’ê Tûncay Gokçe anî ziman ku dê biryara tayînkirina qeyûman qebûl nekin. Gokçe bang li hikûmetê kir û xwest ku ji şaştiya xwe vegere û îradeya gel teslîmî gel bike. Di heman demê de endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sedat Dogan jî li ser navê partiyên kurdistanî axivî û wiha derbirî: “Îro qeyûm li xweza, çand û zimanê me hatiye peywirdarkirin. Hê bi ser hilbijartinê 24 saet derbas nebûbûn ku gotin; ‘We ji Qendîlê re pere şandine.’ Gelo me çawa şandine?”

‘Divê Mizrakli li peywira xwe vegere’

Li hêla din hevşaredarê Periya Dêrsimê Orhan Çelebî jî banga berxwedana li dijî qeyûm kir. Şampiyonê Damayê yê Cîhanê Nîhat Aydin ê ku li Kuveytê di turnuvayê de bûbû şampiyon jî bi lêv kir ku divê peywira Mizrakli lê were vegerandin. Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan, nobed bi dawî bû.

Çalakiya li Wanê

Bi heman boneyê di roja 27’emîn li Wanê jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne vîna qeyûm, vîna gel’ vekirin û li gel parlameterên HDP’ê, hevseroka giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, hevşaredar û gelek kes jî amade bûn.

‘Qeyûm tê wateya desteserkirina vîna gel’

Di çalakiyê de parlametera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî ûwiha got: “Qeyûm ji bilî desteserkirina vîna gel, xwedî tu wateyeke din nîne. Beriya niha 94 şaredarî dagir kiribûn û hevşaredarên me hatibûn girtin. Lê dîsa 3 şaredariyên ku me ji wan rizgar kiribûn, desteserkirin.  Şaredariyan dixin bin deynan û talan dikin.” Surucu ji bo girtina hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabûlak û 21 HDP’iyên din û got ku dê îktîdar bi van êrîşan nekare bi wan paşve gav bide avêtin.

‘Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin’

Hevseroka giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî destnîşan kir ku bloka AKP/MHP’ê di nava neçareseriyê de ye û wiha bi dawî kir: “Qesr careke din dixwaze li dijî vîna me derbikeve. Bi girtin, lêpirsîn û rûniştinan dixwazin destkeftiyên me terorîze bikin. Em li dijî polîtîkaya serwer a mêr a AKP’ê li ber xwe bidin. Em xwe radestî polîtîkayên şer ên AKP/MHP’ê nakin. Em ê bi teqez bi ser bikevin.” AMED-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar