Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên li dijî darbeyê

Li bajarên Amed, Wan û Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman di roja 13’emîn de jî çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin ku tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî ye û dê gelê kurd serî li ber vê neheqiyê netewîne

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de waliyên Amed, Mêrdîn û Wanê weke qeyûm tayînî şûna hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên her sê bajaran kirin. Li dijî vê darbeya siyasî, li her sê bajaran 13 roj in bênavber çalakî tên lidarxistin. Îro jî bi heman boneyê li her sê bajaran çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hate destnîşankirin ku heta qeyûm têk diçin dê berxwedana xwe berdewam bikin.

Çalakiya rûniştinê ya Amedê ya ku li dijî qeyûman hatiye destpêkirin di roja xwe ya 13’an de berdewam kir. Girseya ku li dijî qeyûman li Kolana Liseyê kom bû, dirûşmên ‘Em ê serî hildin û bi ser bikevin’,’Li dijî qeyûman em bibin yek’,’Mêrdîn a me ye rûmeta me ye’ berz kirin. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosun, Saliha Aydenîz, Feleknas Uca, Dêrsim Dag, Semra Guzel, Ahmet Şik, Hişyar Ozsoy û hevşaredar Ahmet Turk, endamên Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya rûniştinê de ciwanan jî xwestin ku bi dirûşma ‘Ciwan dê bên qeyûm dê biçin’ tev li bibin. Lê polîsan destûr nedan ku ciwan tev li çalakiyê bibin. Li ser vê yekê ciwanan li ber xwe da û gihiştin cihê çalakiyê û tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivî û wiha got: “Têkoşîna me, têkoşîna gel e. Ji bo ku xwe mafdar derxînin gelek derew kirin. Lê gelê me di 31’ê adarê de ev derew derxistin holê. Dixwazin bi zextê gelê me bi tepisînin. Lê gelê me gelek caran nîşan dan ku dê nekarin vê bikin.”

Banga vexwendina mitîngê

Piştre jî endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Yaşar Kiliç, ji kesên ku danezana ‘Em ê tev li vî sûcî nebin’ îmze kirin, Dîlek Hathatoglu û serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku bi qasî ku Dehaq hebin, dê Kawayên Hêsinkar jî hebin. Axaftvanan bang li hemû derdorên demokratîk kirin ku tev li berxwedana wan bibin. Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê ya ji bo 10 deqîqeyan hate lidarxistin û ji bo tevlêbûna mitînga sibe bang hate kirin.

Li Wanê çalakî

Li Wanê jî bi tevlêbûna hevserokên HDP’ê yên Wanê, hevşaredarên Wan û navçeyên wê, parlamenterên HDP’ê, endamên meclisa şaredariyê û welatiyan, li ber deriyê avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê çalakî hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî û da zanîn ku AKP hatiye dawiya desthilatdariya xwe. Kaçmaz da zanîn ku AKP roj bi roj dihele û wiha domand:”AKP di berdewamkirina polîtîkaya xwe ya dijminane de bi israre. AKP çiqas şer dike, ev gel ewqas xizantir dibe. Ev gel rastî zilmê tê. Di 19’ê tebaxê de darbeyeke siyasî pêk hat. Ji wê rojê ve weke HDP’ê em li dijî darbeyê li ser pêya ne. Encam çi dibe bila bibe em ê vê darbeyê nepejirînin. Ya ku dê biserkeve, gelê me û îradeya wan be.” Her wiha li her devereke bajar jî ji bo tevlêbûna mitîna 1’ê Îlonê belavok hatin belavkirin.

Di navbera parlamenter û polîsan de rageşî

Di roja 13’emîn de li Mêrdînê jî parlamenterên HDP’ê yên herêmê û welatiyan di danê sibehê de xwestin li Parka Karayollari ya Artukluyê çalakiyê li dar bixin. Lê polîsan destûr neda. Li ser vê yekê di navbera parlamenter û polîsan de rageşî derket. Parlamenterên ku li ser şînkahiyê rûniştin, çalakiya rûniştinê li dar xist. Polîsan destûr nedan ku welatî tev li çalakiyê bibin. Li ser vê yekê careke din di navbera parlamenter û polîsan de rageşî derket. Welatiyên ku dixwestin tev li çalakiyê bibin jî li derveyî dorpêça polîsan çalakiyeke din dan destpêkirin. Dema ku rageşî didomiya, polîsek kete nava çalakvanan û xwest dîmen bikişîne. Li ser berteka gel jî hate derxistin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag jî bi telefona xwe polîsa kişand.

‘Em li vir bûn û dê her li vir bin’

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û bertek nîşanî helwesta polîsan da. Ocalan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman darbe ye û wiha bi dawî kir: “Em li vir in. Em hikûmetê û yên li ser navê vî welatî siyasetê dikin hişyar dikin. Hûn bi van pêkanînên xwe nikarin vî welatî mezin bikin. Em duh li vir bûn, îro li vir in û dê her tim li vir bin. Yên ku vîna gelê kurd nas nakin, yên ku hewl didin bi asîmîlasyon û darbeyan li ser pêyan bimînin, winda kirine.” Ocalan herî dawî jî ji bo mitînga 1’ê îlonê banga tevlêbûnê kir. AMED-WAN-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar