Cendirmeyên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Amedê bi ser 29 navnîşanan de girt. Di encama serdegirtina malan de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
Hêzên leşkerî yên dewleta tirk a dagirker îro di danê sibehê de li navçeyên navendî yên Rezan û Peyasê û navçeyên Pîran, Licê, Hênê û Karaz ên Amedê bi ser 29 navnîşan de girtin. Di encama serdagirtina malan de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin. Cendirmeyan di malan de lêgerîn kirin.
Têkildarî mijarê walîtiya Amedê daxuyaniyek da û îdia kir ku welatî bi hinceta ‘Alîkarî dane rêxistinê’ hatine binçavkirin. AMED