Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li Amedê 1’ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ku di mitînga 1'ê Gulanê ya Amedê de axivî, diyar kir ku kesên polîtîkayên şer û xiyanetê dimeşînin wê winda bikin.

Li Amedê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîşkan a Amedê, Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran “Em ê bi hev re biguherînin” Qada Îstasyonê hat pîrozkirin. Bi hezaran karker û kedkar ref bi ref ji bo pîrozbahiyê meşiyan Qada Îstasyonê. Karker pankartên wek “Em ji bo jiyanek bi rûmet û mirovî li qadan in”, “Em li dijî şer û neheqiyê li qadan in” û “Keda me rûmeta me ye” vekirin û dirûşmên “Bijî Yek Gulan” û Bijî berxwedana karkeran û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) li ber avahiya komeleyê, endamên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) a Nûnertiya Amedê li ber avahiya xwe, DBP, HDP, KESK û saziyên din jî ji Parka Xezal, Cadeya Gevran û Ekîncîlerê kom bûn û ref bi ref meşiyan qada mitîngê. Endamên DFG’ê pankarta “Kedkarên Çapemeniya Azad, li dijî zilmê kedxwariyê, qedexe û sansurê li ber xwe didin, bijî yekê gulanê” vekirin. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî pankarta bi nivîsa “Bi hev re ber bi serkeftinê ve, mêtingerî ji xiyanetê çêdibe” ku balê dikişîne ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başûrê Kurdistanê vekirin.

Di mitîngê de destpêkê de Serokê Komîteya Amdekar a mitîngê Kamûran Taş axivî û xêrhatina karker û kedkaran kir.

 ‘Jin di hedefê de ne’

Piştre Endama MYK’a KESK’ê Gonul Kûral axivî û bi van gotinan bal kişand ser pirsgirêka kurd: “Bi bêçareserî hiştina Pirsgirêka Kurd dixwazin desthilata xwe mayîn de bikin. Newekheviya zayendiya civakî kûr dibe. Barê ku li milê jinan tê barkirin û tundiya wan tên kirin zêde dibe. Jinan dikin hedef. Weke ku ev ne bes bin Peymana Stenbolê radikin. Em li dijî polîtîkayên dijminane yên kedê derdikevin. Em welatekî ku wekheviya ked, azadî û demokrasî lê serwer be û şer lê tunebe û Pirsgirêka Kurd hatine çareserkirin, li girtîgehan îşkence tunebe dixwazin. Em bi yekitiyê vê pêk bînin.”

 ‘Em ê biguherînin’

Dûre Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Halîs Yerlîkaya axivî û bi kurtasî ev tişt gotin: “Polîtîkayên tenduristiyê yên li şûna zanîst û jiyanê sermayeyê me dikujin. Ji ber pêkanînên şaş û kêm û polîtîkayên neserkeftî bi hezaran mirov bi pandemiyê jiyana xwe ji dest dan. Di pandemiyê de piştgiriya gel nekirin piştgiriya sermayeyê kirin. Em têkoşîna jiyaneke mirovane didin. Ked a me ye, gotin a me ye, tenduristî ya me ye. Em dizanin ku pergala kedxwariyê ya li me tê ferzkirin ne qedera me ye. Hêviya me heye û em vê biguherînin.”

 ‘Wê kurd îxaneta PDK’ê efû nekin’

Herî dawî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag axivî û ev tişt got: “Têkoşîna kedkaran her roja ku derbas dibe mezintir dibe. Sala 2022’yan ji bo kedkaran bû sala berxwedanê. A bi serket berxwedana kedkaran bû. Rast e faşîzma AKP-MHP’ê kûr bûye, lê têkoşîna li dijî vê faşîzmê jî mezin dibe. Desthilata ne ji bo karker û kedkaran ji bo alîgirên xwe polîtîkayan diafirîne. Tekoşîna ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin wê dawî li AKP-MHP’ê bîne. AK-MHP desthilata xwe bi polîtîkayên şer didomînin. Bi kûrbûna tecrîda li Îmraliyê re polîtÎkayên şer li dijî jinan, ciwanan û gelan ketin dewrê. Qeyûman tayîn kirin û karkeran ji kar avêtin. Siyasetmedarên siyaseta aştî û demokrasiyê dikirin girtin. Îro jî ev polîtîka didomînin. Li her derê dijminatiya gelê kurd ikin. Ji bo ku krîz neyê dîtin polîtîkayên şer kir dewrê. Di rojên dawîn de em dibînin ku bi hevkariya PDK’ê çawa êriş dikin. Dixwazin Başûr dagir bikin. Divê tu hêzeke kurd nebe amûrê vê polîtîkaya qirêj. Heke partiyeke bibe hevkar wê gelê kur tu demê wê efû neke. Wê gelê kurd xiyanetê efû neke. Kesên xiyanetê bikin jî wê winda bikin. Divê PDK neyê lîstika AKP’ê. Gelê kurd şer naxwaze. Em ê destûr nedin ku ev şerê qirêj bi serkeve. Wê kesên ku vê polîtîkayê dimeşînin winda bikin.”

Mitîng bi guhdarîkirina muzîkê bi dawî bû.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar