PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî rêxistinên tenduristiyê daneyên derbarê şewba koronayê (Kovid-19) de derewandin hêjmara pêketê û mirinan zêdetir kir. Hevserokê Şaxa Sendikaya Kedkarên Xizmetê yên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken li ser sedema zêdekirina hêjmaran axivî.

Guldîken ragihand ku li bajêr di rojekê de hejmara kesên tên dermankirin di navbera 700-750’an de diguhere û diyar kir ku 150 kesên di nav van de cih digirin jî di beşa lezgin de tên girtin.

Guldîken destnîşan kir ku di rojekê de 10 an 15 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin û ev tişt anî ziman: “Kesên ji ber şewbê tên dermankirin û jiyana xwe ji dest didin hene. Bi taybetê dibêjim dermankirina Kovid-19. Ji ber ku hin kesên testên wan negatîf derdikevin û piştre jiyana xwe ji dest didin hene. Sedema mirina van kesan wek Kovid-19 nayê qeydkirin. Beriya niha di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil de 15 kesan jiyana xwe ji dest da. Lê tenê sedema mirina 4 kesan wek Kovid-19 hat nivîsandin. Yên din wek KOAH û nexweşiyên din hatin nîşandin.”

Hejmara pêketan ji 10 hezarî derbas bû

Di axaftina xwe de Guldîken got ku li Amedê niha ji zêdetirî 20 hezar kes di karantinayê de ne û ev agahî parve kirin: “Hemû kes ne ji ber Kovid-19’ê ye. Lê belê ji ber vê nexweşiyê di karantinayê de ne. Li bajêr hejmara kesên pak bûne, hêj tên dermankirin û niha di karantinayê de ne ji 100 hezarî derbastir bûye.”

Guldiken, helwesta Wezareta Tenduristiyê û li hember vê rewşê jî rexne kir û ev tişt gotin: “Wezaret rewşa Amedê wek ‘stabil’ pênase dike. Erê stabil e lê bele rêjeya hêjmara zêde ya pêketiyan jî stabil e. Di du hefteyên dawîn de hêjmara pêketan di navbera 700 û 750’an de diguhere. Di rojekê de hêjmara kesên testa wan pozîtîf derket gihişt 601’î. Sedemên taybet ên vê rewşê hene. Dawet, mewlîd û şîn ji van yek in.”

Guldîken ragihand ku li bajêr hêjmara xebatkarên tenduristiyê yên şewbê ketine jî 500’î derbastir kiriye û wiha axivî: “Lê li gorî me ev hêjmar zêdetir e. Mînak daneyên meha adarê niha gihişt destê me. Ji ber wê em dibêjin hejmar zêdetir e.”

Guldîken destnîşan kir ku sedema herî mezin a zêdebûna hejmara pêketan amûrên bêqelite ne û bang li rayedaran kir da ku ev pirsgirêk çareser bibe.

Pergala tenduristiyê

Di berdewamê de Guldîken diyar kir ku li ser agahiyên wan parvekirinên daneyên rayedaran ên li ser şewbê sekiniye û got ku hin nexweşxaneyên taybet jî daneyan di demên dawîn de parve nakin û wiha pêde çû: “Diyar e ev beriya niha hatiye plankirin. Gotine ‘hûn ê van agahiyan nekevin sîstemê’. Piştre xwe bi pergala Almanya û Amerîkayê re tînin ba hevdu. Di Amerîkaya ku hûn pergala wan a tenduristiyê naecibînin de jî piraniya kesên pêket wek Kovid-19 di sîsteme de tên nivîsandin.”

Guldîken bal kişand ser daneyên TUIK’ê jî û got ku piştî helwesta rayedaran wan jî êdî dev ji parvekirinan daneyan berdane.

‘Em ê ji vir pê de agahiyên rast parve bikin’

Her wiha Guldîken diyar kir ku ew ê ji vir pê de jî agahiyên rast bi raya giştî re parve bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin ev agahiyên rast negihije civakê. Lê em ê xebetên xwe berdewam bikin. Ji ber ku mirov nikare vê meseleye ji civakê dûrtir bigire. Ne mimkun e ku mirov civakê ji vê meseleye dûrtir bigire û encamek erênî bi dest bixe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar