Ji ber krîza aborî, tevdîr û qedexeyên derbarê şewba Covîd-19’ê de ye 10 meh in esnafên biçûk perşîan bûne û gelekan jê top avêtiye. Li Amedê jî di sala dawî de 835 esnafên li Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinhetakaran a Amedê (DESOB) qeydkirî derabeyên xwe danîne û ji ber tevdîr û qedexeyên derbarê şewba Covîd-19’ê de jî 35 hezar esnaf betal mane. Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglû da zanîn ku nêzî 60 hezar endamên wan hene û bal kişand ser bandora krîza aborî û pandemiyê ya li ser esnafan.
Ebedînoglû anî ziman ku piştî krîza aborî ya di sala 2019’an de dest pê kir û pê re jî şewba Covîd-19’ê dûr da, di warê aborî de texrîbatek pir mezin rû daye, li bajêr nêzî 60 hezar esnaf û girêdayî vê nêzî 100 hezar mirov jê bandor bûne û got ku niha li bajêr 30-35 hezaran mirov betal mane.
‘Alîkarî bêkêr in’
Di axaftina xwe de Ebedînoglû diyar kir ku ji ber vê rewşa dijwar hewl didin dengê xwe bigihînin rayedaran, alîkariyên ku hikûmet ji bo esnafan kiriye bêkêr in û wiha domand: “Esnaf nikarin bi van alîkariyan li ser pêyan bimînin. Deynên Bagkur û bacê ji bo esnafan bi awayekî qismî hatin taloqkirin, 25 hezar Tl kredî bê faîz hat dayîn, lê belê ev yek ji bo esnafên ku niha girtîne qîm nake. Esnaf niha nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Ji bo ku esnaf karibe li ser pêyan bimîne, divê 200 hezar TL alîkarî bê kirin. Ev jî divê heya salekê neyê dayîn û ji bo 5 salan be.”
Ebedînoglû da zanîn ku niha mirov nikarin nan bibin malê û ev tişt anî ziman: “Kesên li aşxaneyan û qehwexaneyan dixebitin û kesên di sektora turîzmê de dixebitin, niha betal in. Ev krîza aborî, dê bandorê li krîzên civakiyî jî bike. Ev krîz heya nav mala mirovan jî çûye.”
‘850 esnafan derabeyên xwe danîn’
Her wiha Ebedînoglû destnîşan kir ku di vê sala dawî de 850 kargehên endamên wan bûne, ji ber şewbê derabeyên xwe danîn û heger şewb 6 mehên din jî dewam bike dê gelek esnafên din jî derabeyên xwe deynin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hîn jî hêviya mirovan heye. Li bendê ne ku rojek berî rojekê şewb biqede û dest bi karên xwe bikin. Lê heger wisa dewam bike wê rewş xirabtir bibe.” AMED