Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Amedê 4 bijîjk ji kar derxistin

Li Amedê 4 bijîjkên asîstan ku şana pisporiyê girtin, bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatin derxistin. Rêxistinên tenduristiyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku pêkanîn hiqûqî nîne û rewşê şermezar kirin

Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Odeya Tabîban a Amedê û Odeya Diransazan a Amedê têkildarî 4 bijîjkên asîstan ku şana pisporiyê girtin û bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatin derxistin, li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyaniyek dan çapameniyê. Endam û nûnerên rêxistinên tenduristiyê û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz tevlî daxuyaniyê bûn.

Di çalakiya ku pankarta “Mafê me yê xebatê nikarê bê astengkirin” hat vekirin de destpêkê Sekreterê Şaxa SES’ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs axivî û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna ewlehiyê de mafê xebatê yê hempîşeyê wan tê astengkirin. Piştî Ûlûs, li ser navê rêxistinên tenduristiyê Endamê Komîsyona Bijîjkên Asîstan a Odeya Bijîjkan a Amedê Mûstafa Mesût Kaya axivî. Kaya diyar kir ku 4 hempîşeyê wan ên ku şaneya pisporiyê girtine, bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatin derxistin û wiha got: “Tu doz û lêpirsîn derbarê hevalên me de tunene, tenê ji ber guhertina şaneyê ew girtin lêpirsîna ewlehiyê.”

Kaya destnîşan kir ku dê li hemberî neheqî û bêhiqûqiyê li her qadê dengê xwe bilind bikin.

Piştî axaftinan çalakî bi çepik û berzkirina dûrişmeya “Tûndî nikarin me têk bibin” bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar