Li Amedê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de polîsan îro di danê sibehê de bi ser malên endamê Meclisa partiyê ya HDP’ê Eşref Mamedoglu, endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Ramazan Dengîz, endama Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen, rêveberê berê yê HDP’ê Hasan Kale û serokê Şaxa Hejmar 1 a Amedê yê DÎSK Genel-ÎŞ’ê Hasan Hayrî Eroglu de girtin û binçavkirin.
Endama Komeleya Jinan a Rosa Gulistan Nazlier jî ku derheqê wê de biryara binçavkirinê hebû, ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin.
5 kesên li Amedê hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Tê gotin ku hejmara kesên binçavkirî dibe ku zêdetir bibe. AMED